Civak

Li Diyarbekir şer heye jiyan sekinî

Li Kurdistana Bakur jiyana xelkê bi temamî di xeteriyê de ye.Li hinek deveran şer di nava bajaran de çêdibe.Îro berê sibehê li Diyarbekirê encama êrîşekî de 2 polisan jiyana xwe ji dest da û 3 polis jî birîndar bûn.Piştî vê bûyerê Waliyê Diyarbekirê li hinek taxên nava Diyarbekirê derketina derve qedexe kir. Xelk nikarin ji malên xwe derkevin. Hêzên dewletê mal mal digerin, xendeqên hatin kolandin digrin.Gelek xelk di malên xwe de masur mane û gelek kes jî nikarin vegerin malên xwe.Cih cih dengê çeka tê, li hinek cihan şer berdewam e. Dê kengê derkeftina dervê serbest bibe nayê zanin.Wek tê zanin ji doh ve li Cizîrê jî qedexekirina derkeftina derve hatibû ragihandin. Hêzên dewletê xwestin xenqeka bigrin.Lê çêkdarên PKKê bi çekan bera wan da û di encama şerê de, du çekdarên PKKê jiyana xwe ji dest dane û gelek ji sivîlan birîndarin.Parlementerên HDPê li himber bûyeran bê çarene û kesek jî guh nade wan.Dê rewş  çewebe nayê zanin .Lê dixweyê cardin Kurdistan ber bi wêraniyê ve diçe.

Back to top button