Cîhan

Li Den Haag behsa encamên serdana xwe ya ji bo Tirkiye û Holendayê dike

Pişî civîna bi Mark Rutte Serokwezîrê Holendayê re, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li Den Haag ji rojnamevanan re behsa naveroka civîan xwe ya bi serowkezîrê Holendayê re kir û bersiva çend pirsan jî da û got:
– Civîna me digel birêz Serokwezîrê Holendayê civînek baş bû, di civînê de, ji bona wan hemû hevkariyên di şerê dijî DAÎŞê de pêşkeşî pêşmergeyê Kurdistanê kirine û rola Holendayê di alîkarîkirina penaberên ji Suriye û deverên din yên Îraqê penaber û koçberî Herêma Kurdistanê bûne,  me sipasiya Holendayê kir û me tekîd li ser wê yekê kir ku di paşerojê de têkeliyên navbera Holenda û Herêma Kurdistanê di hemû waran de, bi taybetî di warê aborî de,  zêdetir pêşde bibin, bi awayekî giştî civînek baş bû…… ev yekem car bû ez bêm  serokwezîrê Holendayê bibînim, bi baweriya min ev civîn destpêke ji bona zêdetir hevkarî û hevahengiya navbera Holenda, Herêma Kurdistan û Îraqê bi awayekî giştî.
Di bersiva pirseke ka gelo Holendayê, ji bona avadankirina deverên di dema şerê dijî DAÎŞê de ziyan gihayê, çi pilan û pirogram heye, Serokwezîr Barzanî got:
– Ewan pilan û pirogramên xwe hene û rêxistinên holendî li Îraq û li Herêma Kurdistanê gelek kar kiriye û mijûlî bicîkirina bernameyê xwe ne.
Li dor serdana xwe ya bo Tirkiyeyê, Serowkezîr got:
– Serdana ma ya ji bo Tirkiyeyê serdanek baş bû, serdana me ji bo Tirkiyeyê zêdetir ji bona beşdarîkirin di merasima destbikarbûna birêz Recb Teyb Erdogan Serokomarê Tirkiyeyê  bû û her di wê çarçoveyê de derfet çê nû pê re xber bidim. Bi baweriya me serdana me ya ji bo Tirkiyeyê destpêkek nû ye di peywendiyên bi Tirkiyeyê re, piştî bûyerên sala borî ev yekem car bû bi awayekî fermî serdana Trikiyeyê bikim û serdanek gelek baş bû û bi başî derbas bû.
Di bersiva pirsekê de ka gelo çima serdana Belçîkayê ku biryar bû roja 09.07.2018ê serdana Bruksilê bike, pêk nehat, Serokwezîr Barzanî got:
–  Serdana me ji bo Belçîkayê pêk nehat ji ber ku di eynî rojê de me serdana Tirkiyeyê kir, ji bo Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê û beşdarîkirin di merasima destbikarbûna birêz Serokomarê Tikriyeyê de gelek giring bû û bi baweriya min aliyê Belçîkayê jî ev mesele fêm kir. Careke din digel nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bruksil dê têkeliyê bi berpirsên Belçîkayê bikin ku serdaneke din rêkbixin û careke din serdana Belçîkayê bikin.
Back to top button