Kultur

Li Çewlikê çalakiya Xwedî li Zazakî Derkevin

Li Çewlik(Bingol)a Bakûrê Kurdistanê ji aliyê Komeleya Dîrok û Çanda Zimana Zaza ya Çewlikê çalakiyek bi navê Xwedî li Zazakî Derkevin hate li dar xistin.

Ibrahim Bukan Serokê Komeleya Dîrok û Çanda Zimana Zaza ya li Çewlikê da zanîn ku wan li 21.02.2014 roja zimanê dayikê ya cîhanî ve dest bi helmeta Xwedî li Zazakî Derkevin kirine û ew dixwazin vê helmeta xwe berdewam bikin û li vî warî de bang li hemû Zazayan dikin ku xwedî li zaravayê xwe derkevin.

Her wiha Bukan balkişand li ser raporeke UNESCO li Tirkiyê nêzîkî 18 ziman û li cîhanê jî 2.473 ziman berev wendabûnê ve diçe û li Tirkiyê Zazakî jî yek ji van zimanane ku berev neman û wendabûnê ve diçe. Her wiha ew daxwaz ji dewleta Tirkiyê dikin piştgiriya Zazakî bikin ku pêşbikeve.

Back to top button