Civak

Li Çemçemalê êrîşê PDK-ê kirin

Çend çekdarên nenas baregehê Partîya Demokrata Kurdistanê ya li bajarê Çemçemal dan ber fîşekan û ber bi cihekî nexuyanî ve reviyan.

Cîgirê rêvebirê asayişa bajarê Çemçemal Dijwar Letîf di vê derbarê de ji PNA re da xuyakirin, ku ewan çekdarên nenas ji nav otomobîla xwe teqe li baregeha PDK -ê li bajarê Çemçemal kirin.

Dijwar Letîf got, ku ti ziyan ji vê teqekirina wan çekdaran çê nebû, belê çend gulle li otomobîlên hevwelatiyan ketin. Dijwar Letîf weha jî da xuyakirin, ku wan hinek pêzanîn (informasiyon) di derbarê wan çekdaran de kom kirin.

Nûçe:  Sîrwan Hesen / Germiyan 

Back to top button