CîhanRojev

Li Bexdayê teqînên xwekujî: Zêdetirî 100 kuştî û birîndar…

Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê du teqînên tund çêbûn û di encama teqînan de 28 kes hatin kuştin û 73 kes jî birîndar bûn.

Teqîn li bazareke navbera qada Tehrîrê û qada Teyeran a li Bexdayê pêk hatin û kesên ku bûne qurbanî jî, piraniya wan kesên hejar in.

Tîma Kurdistan24ê piştî teqînan demildest gihişte cihê bûyerê û li gor dîmenan, teqînên mezin pêk hatin.

Berdevkê Serbazî yê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl îro 21ê Çileya 2021ê bi daxuyaniyekê ragihand: “Vê sibê du êrîşên terorî li devera Bab El Şerqî ya Bexdayê rû dan. Hêzên ewlehiyê li pey du kesên xwekuj bûn, her du jî xwe teqandin û xelkê sivîl şehîd û birîndar bûn.”

Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Iraqê Kazim Burhan li cihê bûyerê ji Kurdistan24ê re axivî û got: “Ev ji tawanên DAIŞa terorîst e. Li gor amarên ji nexweşxaneyan hatine wergirtin, 28 kuştî hene û 73 kes jî birîndar in.”

Di vîdyoyekê de ku li ser medyaya civakî hatiye belavkirin xuya dike ku tevî dengê hawara xelkê, kesê ku vîdyoyê tomar dike, dibêje: “Ev cihê wê teqînê ye ku berî demeke kin, li Bab El Şerqî rûda.” Piştî çend çirkeyan, dengekî bihêz tê bihîstin û xelk hawar dikin û heman kes bi awayekî bêhnçikiyayî dibêje: “Ev teqîna duyem bû li devera Bab El Şerqî.

https://www.youtube.com/watch?v=8UIqaTd3saI&feature=emb_logo
Back to top button