Polîtîk

Li Bexdayê li hev hatin zehmete

Peyvdarê heyeta danûstandinan a herêma Kurdistanê li dor awayê birêveçûna danûstiandinên bi aliyên din yên îraqî re ji bona pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê got ku, wan çend civîn digel aliyên din kirine û di gelek xalan de hevfikirin, lê li ser madeya 140ê û garantiya bicîanîna daxwazên herêma Kurdistanê nakokî hene.

Firyad Rewandizî peyvdarê şandeya danûstanan a herêma Kurdistanê dibêje: ”Li Bexdayê me çend civîn digel Hevpeymaniya Niştimanî (kutleya şîiyan) encam dan û piştî wan civînan em vegeriyan Hewlêrê û li ser encamên wan civînên me li Bexdayê digel aliyên îraqî encam dabûn, digel serokatiya herêma Kurdistanê civiyan. Paşî careke din em vegriyan Bexdayê û heta nuha danûstandinên me digel aliyên Îraqê; şîye û sune berdewam in.”

Li gor Rewandizî wan digel aliyên din li ser; miaşê karmendên herêma Kurdistanê, pirsa neft û gazê û pêşmerge li hev kiriye, lê belê li ser pirsa madeya 140ê û pirsa garantîkirinê nakokî hene. Rewandizî got ku, wan pirsek din jî zêde kiriye ew jî ewe ku, herêma Kurdistanê desthilata timam li ser balefirgehên herêma Kurdistanê hebe û balefirên medenî bêy miwafiqeta  Bexdayê li balefirgehên herêma Kurdistanê geştên xwe encam bidin.

Rewandizî got jî ku, kutleya suneyan jî li ser madeya 140ê nakokî digel herêma Kurdistanê heye.

Peyvdarê şandeya danûstandinan li dor pirsa garaniyê jî got ku, wan daxwazê garantiyê ji serokwezîrê kandîdadkirî, Hepeymaniya Niştimanî, Neteweyên Kekgirtî, Yekêtiya Ewropayê, Amerîka û Îranê kiriye, lê heta nuha li ser vê pirsê jî nakokî hene.

Back to top button