Polîtîk

Li Besra xwepêşandan bi tundî berdewamin

Roj bi roj xwepêşandanên nerazîbûnê li parêzgehên başûrê Iraqê, li ser nebûna xizmetkariyan berfireh dibin û xwepêşanderan neh baregehên aliyên siyasî li bajarê Besre şewitandin û Hikûmetê jî hêlên Internêtê li ser welatiyan birrî.Jêderekî ji wezareta navxwe ya Iraqê tekez kir, ku ji wan baregehên hatine şewitandin, çar bingehên Partiya De’iwe ye, ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike, bingeheke Şepêla El-Hikme ku Emmar El-Hekîm serokatiya wê dike, bingeha Partiya El-Fedîle, bingeha Hevpeymaniya Fetih a Hadî Amirî ku serkirdeyekî Heşda Şeibî ye û nivîsgeha milîsên Esayib Ehl El-Heq ku ew jî beşekî Heşda Şeibî ye.Derbarê jimara qurbaniyan, wî jêderî ragihand, ku di xwepêşandanên Besra, Zîqar, Mîsan, Kerbela, Wasit de, du kes hatine kuştin û şêst û yek kes birîndar bûne û bêtirî sîh birîndaran endamên hêzên ewlehiyê ne

Back to top button