CîhanRojev

Li Belçikayê jinek bû seroka federasyonê

Federasyona Fûtbolê ya Belçîkayê, ku ji Kûpaya Cîhanê ya 2022-an ve di serdemek tevlihev re derbas dibe, di dîroka welêt de cara yekem jinek wek Seroka Federasyonê hilbijart.

Lijneya rêvebir a federasyonê, piştî îstîfakirina serokê berê Paul Van den Bulck, Pascale Van Damme wek serok wezîfedar kir.

Federasyonê di daxuyanîyekê de got, “Pascale Van Damme dixwaze wek serok erkên xwe yên serokatîyê bi avakarî, rastî û bi hevkarî bi cîh bîne”.

Li aliyê din, Van Damme diyar kir ku ew ji biryara rêveberîya federasyonê ya ku dixwaze bi wê re rûpelek nû veke kêfxweş e. Pascale Van Damme, berê di pîşesazîya IT-ê de wek rêveber xebitîyr.

Hat destnîşankirin ku Van Damme di şirketên teknolojî yên navnetewî de dixebite û heta hilbijartina serokatîya federasyonê wê li ser wezîfeya xwe bimîne.

Back to top button