Civak

Li Batmanê bîranîna Barzaniyê nemir

Komeleya Demokratên Kurd li Batmanê ji bo 35 saliya koça dawî ya serokê netewî Barzaniyê nemir rewrismek li darxistin. Li Bajarê Batmanê Hola Sena tevlûbûna xelkekî bi girsehî rewrisim rêve çû.

Berpirs û nûnerên dezgehên sivîl yên Batmanê û herweha berendamê şeredariya Batmanê yê HUDA-PARê jî di rewrismê de amade bû.

Berendamê şeredariya Batmanê yê Ak-Partiyê M. Emin Ekmen jî nekarîbû amade bibe lê çelenkek ji Gulan rêkirîbû holê û bi vê yekê şirîkatiya rewrisma bîranîna Barzaniyê nemir kir.

Berpirsek yê Komeleya Demokratên Kurd li ser jiyan û tekoşîna nemir Barzanî axvtinek kir. Herweha di derbarê jiyan û tekoşîna Barzaniyê nemir de belgefilmek hate nîşandan.

 

Di dawiyê de ji bo giyanî Barzaniyê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê mewlîd hate xwendin.

Back to top button