Nivîsar

Li Başûrê Kurdistanê Divê Hilbijartinê PDKê Qezenç Bike

Li Başûrê Kurdistanê Divê Hilbijartinê PDKê Qezenç Bike/Gelo Îttîfaqa HUDA-PARÊ Û HDPÊ Çima Çê Nebû?

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

Di vê merheleyê de hilbijartinên li Iraqê û li Tirkiyeyê di rojevê de ne. Hilbijartimnna Iraqê gelek nêzik e. Loma jî di derbarê herdu hilbijartinan de li Başûrê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê niqaşe, xebat, “îttîfaq”, qempenyayên hilbijartinan didomînin.

Bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê qempenyaya hilbijartinê hîn bi lez û xûrt didomîne. Lewra dawiya hefteyê hilbijartin dê bê li darxistin.

JI BONA SERXWEBÛNA KURDİSTANÊ DIVÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PDKÊ QEZENÇ BIKE…

Pişt îşgala Kerkukê U pêşî li dewletbûna Kurdistanê hat girtin, hilbijartina Iraqê û Başûrê Kurdistanê girîngtir bû. Divê ku dewleta federal bê parastın. Demokrasiya federal bê cî bi cî kirin, ku dewleta federal bijî. Makezagona federal bê cî bi cî kirin.,Sserxwebûna Kurdistanê ku encama referandûma serxwebûna Kurdistanê biryar hatibû girtin, bê parastın.

Ji bona vê jî, divê PDKê hilbijartinê qezenç bike û xûrt biçe parlamentoya federal.

Wek tê zanîn heger xebat û israra serok Barzanî û PDKê nebûya, referandûma serxwebûna Kurdistanê nedibû biryar û di encama referandûmê de biryara serxwebûna Kurdistanê nedihat “erê” kirin.

Loma jî divê em li gotinên berpirsiyarên PDKê binêrin.

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî di ahenga bangeşeya lîsteya PDKê ya ji bo hilbijartinên Iraqê de li Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û got: “Ji bo nehîştina PDKê, nehezên PDKê amade ne biçin her bereyekê, heger li dijî mafên rewa yên miletê Kurd be jî, lê PDK bi ti hêzê bidawî nabe.”

Nêçîrvan Barzanî dîsa daxwaz ji endam û alîgirên PDKê kir, ku “rê nedin wê yekê ku partiya wan ji rêzê yekem derkeve. Daxwaz kir jî, bi piştevaniya xwe sengeya PDKê di proseya demokrasî û siyasî de biparêzin.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku: “Milmilaneya vê carê di navbera reş û spî, serkeftin û binkeftinê de ye. Ewên milmilaneya PDKê dikin, dixwazin PDKê zererê bike û ev jî hêla sor e ku wan hesaba wê nekirine. PDK ne partiya tirs û dudiliyê ye. Peyva tirs û dudilê di ferhenga PDKê nîn e. Tirs û dudiliya me tenê ji bo mafê gelê Kurdistanê ye.”

Cîgirê Serokê PDKê di dawî de got ku: “Di Kurdî de dibêjên (Dar pîr bû, nayê tewandin) PDK jî ew dar e ku ne plana nehezan û ne bahozên derveyî wê natewîne.”  

 Derbarê beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê di hilbijartinên Perlemantoya federal Iraqê de, Fadil Mîranî qise kir û got: “Pirsgirêka me ne li gel Malikî û Ebadî û Elawî û Ceiferî ye, lê pirsgirêk li gel wê eqliyetê ye ku hîna Kurdan qebûl nake. Partî wê di van hibijartinan de bihêz beşdar bibe, ji ber ku heger Partî bihêz be wê Kurdistan jî bihêz be”.

Domand got ku: “Pêwîst e piştî pênc rojên din, dema ku dengdan destpê bike, ji bo ku em destkevtên xwe biparêzin, hemû endamên Partî û dostên Partî, gilî û gazinên xwe bidin aliyekî û beşdarî dengdanê bibin, em endamên Partî wiha ne û di pêşerojê de jî divê em wiha bin û pêwîst e em di nav xwe de jî xefûr û rehîm bin û beramberî neyarên derve bihêz rawestin”. (Kurdistan24)

Serkeftina PDKê, serkeftina miletê kurd e.

Serkeftina PDKê serkeftina hemû beşên Kurdistanê ye.

Serkeftina PDKê domandina stratejiya dewletbûna Kurdistanê ye.

Serkaftina PDKê, têkbirina lîstikên dewletan e.

Loma jî divê PDê di hilbijartina parlamentoya federal de xûrt be û bi qezenç dekeve.

GELO HUDA-PARÊ Û HDPÊ ÇIMA ÎTTÎFAQ PÊK NEANÎN?

Wek tê zanîn beriya vê demekê HUDA-PARê diyar kir ku ji hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê re ji bona danûstandinê daxwaz kiriye. Dîsa diyar kir xwestiyê ku bi HDPê re jî hevdîtin bike.

HUDA-PARê piştî demekê di derbarê van hevûdîtinan de agahdarî da raya giştî. Got ku “ji derveyî CHPê, MHPê, HDPê hemû partiyan ew daxwaza daxwaza me pêjirand in û me bi wan re danûstandin kir.”

Wek tê zanîn ku HUDA-PAR, partiyeke mûhafazakâr, îslamî û kurd e. Loma van partiyan nexwestine ku bi HUDA-PPARê re danûstandin bikin. Lewra tê zanîn ku CHP û HDPê li dijî mûhafazakarî û îslamiyan e. Di hemande de bi kurdbûna HUDA-PARê re jî, ji bona wan pirsgirêk e. Lewra HDP ne partiyeke kurd e. MHPê, li dijî kurdbûna HUDA-PARê ye.

Wek tê zanîn ku pênç partiyên ji xwe re dibêjin “em partiyên Kurdistanê” ne, dema ku bi HDPê re hevdîtina teslîmîyetê kirin, ji bona ku esil armanca xwe binperde bikin gotin ku “bila HUDA-PAR jî di nav îttîfaqê de be.” Yanî HUDA-PAR jî bibe peyayê HDPê.

HDPê ew daxwaza ret kir. Got ku “bingeha me, endamên me ne amade ku bi HUDA-PARê ittîfaqê çê bike”

Ji bona ku HDPê bi HUDA-PARê îttîfaq neke çende sedemên bingehî û esasî û girîng hene.

1-HDP, çepê stalînîst û kemalîst e. HUDA-PAR, mûhafazakâr û îslamî ye. HDP, ji aliyê çepan de bi taybetî jî, ji aliyê çepên Tirk de tê birêvebirin. Ew jî di derece dijminitî de li dijî Mûhafazakârî û islamî ne. Loma nikarin îttîfak çê bikin.

2-HDP, dibêje ez partiyan kurdan nînim. HUDA-PAR muxlak be jî dibêje ez partiya kurdan û kurdistanê me. Loma di navbera wan de îttîfak nabe.

3-HDP ji kurdan deng digre lê bi kurdan re lihevkirî nîne, partiyeke elîtîk e. HUDA-PAR, ji kurdan deng û piştgirî digre, di hemandem de ji aliyê civakî û kurdî de bi kurdan re li hevkirî ye.

4-Şerê di navbeyna PKKê û Hizbullahê de k udi salên 90î de rûd dabû, jî ji bona îtifaka wan asteng e.

5-HUDA-PAR xwediyê hezêkê ye. HDP nikare li ser wan hikûm bike û wan daqiltîne. Loma di navbeyna wan de îttîfaq çê nabe.

Amed, 11ê Gulana 2018an…

Back to top button