Hevpeyvîn

Axa mirî hatîye reşandin û civat di bin tirs û bêhêvîyek kûr de dinale!

Cano Amedî bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Li gor bawerîya min ev konaxa em tê de derbas dibin,  gotina temsîlîyeta tevgera Kurd  cihê gengeşîyêye. Gelo kîjan tevger û li ser kîjan bingehê temsîlîyetê dike?

PIRS:

1- Hilbijartinên herêmî rewşek çawa de têne kirin? Hun di vê qonaxê de rewşa Kurdistanê çawa dinirxînin?

2- Li gora we divê tevgera Kurd di van hilbijartinan de çawa tevbigere?

3- Hinek aliyên Kurda ji nihave kêm zêde helwesta xwe eşkere kirine. Hun vê yekê çawa dinirxînin û helwesta aliyên siyasî çaw dibînin?

4- Hun pêkanîna Tifaqa Kurdistanî pêwist dibînin yan na? Eger hun pêwîst dibinên gerek li ser çi prensîban Tifaqa Kurdî /Kurdistanî pê avakirin?

 

Bersivên Cano Amedî:


Weke hûn jî di şopînin, wê hilbijartinên heremê di nav alozî û qeyranên mezin de pêk be. Hûn jî baş dizanin li bakûrê Kurdistanê bayê demsala bêhêvîtîyê û qeyranên sîyasî,  bandorek xirab li ser civata Kurd çêkirîye. Mirov çiqas dikare, di bin bandor û sîya qeyranên sîyasî, aborî, civakî û dêrûnî de, rastîya civatê raxe ber çavan, ev jî cîhê gengeşî û nîrxandinek nû ye. Li gor bawerîya min dewleta dagirker û hevalbendên wê bi salane, gelê Kurd, bi benîştên xapînok, bi hêvîyên pûç û bê encam dixapînin û enerjîya gelê Kurd di kûraya gerînokek “kurd” de kedî dikin. Seneryoya kedîkirinê  di demsalên hilbijartinan de dikeve rojevê. Cûdaya seneryoyê  tenê beşderbûna  lîstîkvanên nû ne. Amadekar û xwedîyê seneryoyê, dêrûnîya civata Kurd  baş nîrxandine û dizanin bi çi awayî birêve bibin. Seneryo, tekst, derhenêr, dîk û şano nehatîye guhertin, tenê ji bo pêwîstîya şirîkatîya karên gemarî û  xapandina civatê,  pêwîstîya wêneyek “bawerîyê”  derdikeve holê.  Derhenêr û plansazên civatê  ji bo raya giştî kontrol bikin û rejîmê bi wan şîrîn nîşan bidin dixwazin guhertinên “nû” bixin rojevê. Ev seneryoya hanê di hemû deman de, berîya hilbijartinan de dikeve rojevê.  Wê çiqas bi ser bikeve, dem nîşan bide.

Bandora hilbijartinên  Adar 2019 an wê li heremê çi encam bide kêm zêde dîyar e. Lewra li bakûrê Kurdistanê, axa mirî hatîye reşandin û civat dibin tirs û bêhêvîyek kûr de dinale!  Rojev, weke ava şêlî di nav tevlîhevîyekî de di herike. Sîyasetmedar û partîyên kurd  bêbernameyek Kurdistanî  bi hilbijartinên şaredarîyan ve rûbirûne. Li gor bîr û bawerîyên min, girîngî û taybetmendîya hilbijartinên şarederîyan ji yên parlementoya dagirkeran zêdetir girîngtire! Di sîyaset û stratejîya netew de ev rolên hanê bi xalên qalin ji hev hatine nîşan kirin. Lê mixabin bertek û hewldanên li gor berjewendîyên kesayetî hatine afirandin tu hêvîyek tu bawerîyek nade mirov. Sîyaseta bê asoyî û bêpîlansazî,  xeserek mezin dide berjewendîyên netewî. Têkilî û helwestên ne zelal şaşî û gemarîyên sîyaseta serdest pîne û paqij dike.

Dewleta Tirk, demek dirêje bi pirsgirekên qeyranên desthilatdarîyê ve ketîye nav şerekî vekirî.  Qeyran  û alozîyên civakî,  bandorek  xirab li  sîyaseta navxwo û ya derva dike. Qeyranên aborî gihîştîye merhalek giran. Ev rewşa hanê bi xwe re qada sîyasetê germ dike,  rê li ber şerê desthilatdarî û tasfîyekirinê geş dike. Cıvata tirk  di nav wî şerîde li gor berjewendîyên netewa xwe, li gor berjewendîyên dewleta xwe tevdigere.  Ji bo berjewendîyên netewa wan têkneçe dixwazin sîstema xwe ji nûve format bikin. Ev çend sale şerê nûjenkirinê didome û di hemû merxalên hilbijartinan de her dû alî  jî dixwazin piştgirîya gelê Kurd bigirin. Lewra sîyaseta desthilatdar ya bi navê “Kurd” tevdigere, karê xapandinê û kedîkirinê ji xwe re weke erekek pîroz hilbijartîye. Di demên hilbijartinan de ev sîyaseta kambax dikeve rojevê. Li ser navê îtîfak û lihev hatinê,  şerê kursîyan dest pê dike.  Lewra  bandora xewn û û hêvîyên kursîyan, rastîya welatê me û pêwîstîya rojevê reş  dike. Li ber derîyên desthilatdaran bazarîya berjewendîyên kesayetî û hîzbî destpê dike. Ev rewşa hanê jî weke dafikekî her dem di berbanga hilbijartinan de derdikeve holê. Nêçîr û nêçîrvan li ser wê astê dikevin nav pêşbazîyekî. Hevokên herî qirase û xemilandî di van deman de tên bikar anîn. Berjewendîyên gel, biryara gel, vîna gel, daxwazên gel û hwd. Bi kurtayî li gor wan her tişt  ji bo berjewendîyên kesayetî û hîzbî tê meşandin. Ev helwest û sekin zirar û zîyanek mezin dide doza Kurd. Li bakûr çil sal zêdetire sîyaseta îdeolojîk civata Kurd dîl girtîye û rêgehên netewî pûç kirîye.

Li gor bawerîya min ev konaxa em tê de derbas dibin,  gotina temsîlîyeta tevgera Kurd  cihê gengeşîyêye. Gelo kîjan tevger û li ser kîjan bingehê temsîlîyetê dike? Li qada sîyasetê  yên hene ji bo berjewendîyên netewî û ji bo rêvebirîya şaredarîyan/heremê çiqas li hevkirîne?  Bi qasî em dibînin û rewşê dixwînin li holê enîyek netewî, bernameyek giştî û karek hevkar tuneye. Lê belê heta niha, di nav hinek alîyan de têkilî û bazarîya şaredarîyan bi dawî nehatîye. Encam çiye wê bigîje kîjan konaxê, wê rojên pêş nîşanî me  bidin.  Lewra rêxistin û partîyên di nav hewldanên itîfaqandane ne lihevkirîne! Şirîkatî û bazarîya  wan li ser kîjan bingehê tê meşandin ne dîyare û heta niha ji raya giştî re tiştekî zelal pêşkêş nekirine. Ji ber van sedeman gotina tevgera kurd ji rastîya rojevê dûre. Lê belê,  dîsa jî dil dixwaze enîyek kurdistanî hebûya û temsîlîyeta tevgera Kurd bikira!

Ew alîyên derheqê hilbijartên şaredarîyan de, helwestên xwe dîyar kirine bernameyek vekirî û nexşerêyek zelal pêşkêşî civatê nekirine. Ji ber vê yekê em ji niha ve derheqê helwestên wan de şîrove bikin ne raste. Lê tiştê xuya dike, ev derûdorên hanê ne xwedîyê bernameyek netewî ne! Rewşa xuya dike, aqilê desthilatdar di bin sîya bê asoyî yê de, bi berçavkên rêxistinî, rê li ber berjewendîyên netewî girtîye. Ji ber van sedeman her diçe pirsgirêken nav cıvata Kurd kûr dibin û  li hemû beşên Kurdistanê rê li ber xirabîyan vedike. Gava em van rastîyên hanê ranexin ber çavan û li çareserîyek giştî negerin ez bawerim wê her dem gengeşîyên şirîkatîya gur û kêroşkê di rojeva me de be. Ji  bo serkeftin û destkeftîyên  nû rojevek zelal û vekirî pêwîste. Ji bo wî jî, divê ev lîstokên xapandinê bi dawî bên û aktorên xirabkirinê ji gelê Kurd lêborîna xwe bixwazin.

Belê di hemû deman de û li her derî, li her warî pêkanîna tifaqa kurdistanî pêwîste û erkek netewîye. Tifaq li ser kîjan pîvan, prensîp û hûqûkê wê pêk bê! Divê bêşert û bêbertek hemû alî, li ser çarenûsa pirsa Kurd û kurdistan ku bi axê ve girêdaye lihevkirîbin.  Parastina destkeftîyên beşên din, piştgirîya vîna dewleta Kurdistanê, rêzgirtina li hemberê sembolên netewî, rêzgirtina li hemberê partî û rêxistinên din. Şirîkatî û tifaqa li ser bingeha berjewendîyên netewî bi xalên sor divê bê ziman û bê parastin. Berîya her tiştî divê sîyaseta reşkirina rastîyan bê şermezarkirin û medyaya fesadîyê, lêborîna xwe   pêşkêşî raya giştî bike. Tifaqa Kurdistanî divê ne liser parvekirina kursî û şarederîyan be, ev tifaq divê ji bo berjewendîyên netewî, ji bo destkeftî û desthilatdarîya heremê be!

Ez carek din weke xalên sor  dixwazim prensîb û hûqûkqa tifaka netewî bi nav bikim. Kîjan alî û hêz li ser van bingehan bên cem hev û xebatek hevpar bikin cîhê şanezîyê ye. Kêmasî ji bo enîyekî, tifak û karek hevpar ev xal’ên hanê divê gengeşî li ser wan çê nebe:

1-Mafê dewletbûn û desthilatdarîyê li ser erdnegarîya Kurdistanê weke mafek sirûştî bê parastin.

2-Rêzgirtina Ala Kurdisatnê û sembolên netewî bi hişmendîyek niştimanî bê parastin.

3-Rêz girtina sirûda netewî û xwedîtîya têkoşîn û şêhîdên Kurdistanê weke erkek netewî bê zanîn û bêparastin.

4-Ji bo hemû beşên Kurdistanê statuyek sîyasî ku bi axê ve girêdayî bêparastin.

5- Bê şert û merc desteftîyên îro li başûrê Kurdistanê hene divê di pratîkê de bê parastin û lê xwedîtî bê kirin.

Ji bo tifakên bingehîn û netewî berî her tiştî ev xalên hanê  pêwîstin û divê bi cîh bên. Medyaya fesadî û xirabîyê  ku weke xencerek bijahr bi kartînin, rastîyan reş dikin divê dev ji xulamtîya dagirkeran berde û ji xwe re rê û rêbazên netewî hilbijêre. Rêgeha yekîtîyê, tifaqan, hevkarî û damezrandina enîyek netewî li ser van xalan bi ser dikeve. Gelo tifaqên doyîn û îroyin çiqas nêzîkî vê tabloyê ye. Ev pirs jî ji bo alîyên  ku di nav têkilîyên tifaqandene re.

Ez carek din ji Rojevaurd.com re spasîyên xwe pêşkêş dikim. Di kar û xebatên we de serkeftin û serfirazî dixwazim. Silav û rêz..

10-12-2018

Cano Amedî

 

 

Back to top button