Cîhan

Li Atînayê teqînek mezin

Hate ragihandin ku li Paytaxta Yewnanîstan Atînayê bi danê sibehî li ber Dadgeha Rêveberiyê teqînek pêk hat û di encama teqînê de li Avahiya Dadgehê û li derûdora avahiyê zirarên maddî çebû.

Televîzyonên Yewnanî weşanên xwe yên asanî qût kirin û dimenên teqînê weşandin û ragihandin ku li ser kolana Luizi Riankur teqînek bitundî pêkhat û li pêşiya Avahiya Dadgehe zirarên mezin çêbû.

Çapemeniya Yewnanî daxuyandin ku kesekî nasnameyê wî ne diyar bi rêya telefonê ji rojnameya Elefterotipiyayê re ixbara bombeyek kir û li ser vê yekê polêsên Yewnan li derûdora Defterdariya Atînayê asayîşê zêde kirin.

Ji bo ewlekariya herêmê tîmên antî bombe û gelek polêsên taybet hatine şiyandin. Ji aliyê pisporên bombeyê ve  li nav avahiya Defterdariyê û li ser kolanê xebatên tespîtkirina bombeyê dan destpêkirin.

Di vê navberê de li ser êrîşa bombeyî rêxistina ‘’Hucreyên Agir’’ hat destnîşankirin.

Di nûçeyan de hate destnîşankirin ku rêxistina Hucreyên Agir, 4 teqînên li taxa Pangratiyê girtîbûn ser xwe û di daxuyaniya 25’ê Sermawezê de ji aliyê endamên rêxistinê ve hatîbû îtîraf kirin ku berê ya 17’ê Rêbendanê hem li nawa welêt hem jî li derveyê welêt li ser amadekariya çend êrîşên bombeyî agahdarî dabûn.

Back to top button