Polîtîk

Li asîmanê Silêmaniyê kopterên ceng yên îraqî !

Duhenî li asîmanê Silêmanî kopterên ceng yên Iraqî hatin dîtin ji ber ku li ser kopterên cengî alayê Iraqî hebûn xelkê Silêmanîyê ketin nava tirs û xofanê.

Fermandarê 4.Livayê daxuyaniyek da ji rojnameyê Xendanê re  û di derbarê kopterên cengî de da zanîn ku ne hewceyê xelkê me bitirse her tişt di bin kontrola me de ye .

Berdevkê Wezareta  Pêşmergeyî Cabbar Yaver jî  got : Di 18kopterên cengî de berpirsyarên Emerîkayî hebûn û ji bo serdana Herêma Kurdistan hatin. 18 firokvan jî Kurd bûn û hîn kesê wan jî xelkê şarî Silêmanî bûn.

Yaver wiha berdewam kir : Firokvanên Kurd tenê ji bo meraqan li ser asîmanî Silêmanî geriyan û digel berpirsyarên Emerîkayê  li ser bajêrê bi awayekî nizm firiyan.

Back to top button