Civak

Li Antakya pravakasyon mezin dibe

Îro li Dortyolê cardin bûyer geş bûn. Gelek leşker û polis ji bo sekinandina bûyeran li Dortyolunê, lê  Tirka êrîş birin li ser cihê karên kurda û êrîşê taxên ku kurd lê dijîn kirin. Kurd jî ji bo parastina xwe  li hev kom bûn xwe li himber êrîşan diparêzin. Lê polis dema ku grubên nijatperset êrîş dikin gelekî wan nasekinînin.

Li gora xeberên ji Dortyolê tên rewş carcara disekine û carcara ji cih de tund dibe. Bûyer dikare mezintir bibin. Mirovên kurdên li Dortyolu yên ku li deverên wek, Edenê, Ceyhanê û Iskenderunê dijîn jî ne rihetin. Li gora agahdariyek bi telefonî , rewş xirabe tehluka ku ev bûyer li deverên din li derdora Dortyolê geş çêbibin heye.

Gelek cihên karên kurdan hatine xirab kirin û şewitandin. Lê Kurd jî ji bo xwe biparêzin  xwe didin hev. Ev provakasyonek mezine. Di encama bûyeran de 2 kurd bi çekan hatin birîndar kirin,lê heta niha ji bo vê kesek nehatiye girtin.

Back to top button