Civak

Lêpirsîna dawî: Ji % 54.9 dibêjin erê

Amketa ku herî dawî hatî kirin, bi awayekî rewşa referandumê jî dide xuyakirin. Li gora lêpirsîna dawî hatî kirin  dê referandumê de,ji % 54.9 bêjin erê.

Ev lêpirsîna dawî ji aliyê dezgeha lêkolînê ya Pollmark ve hatiye çêkirin. Nevbera 29-ê tebaxê û 1-êîlonê li 57 bajaran ji 5.483 kesî pirs hatine kirin. Di encamê de ji % 54.9 dibêjin erê, ji % 45.1 jî dibêjin na.

Lê dema pirs ji kesên ku gotîn emê di referandumê de herin ser sendoqan û dengê xwe bidin, encam tê guhertin. Li gora yên ku dengê xwe bidin ji % 56.2 dibêjin erê û ji % 43.8 jî dibêjin na.

Li gora vê lêpirsînê herêmên ku di bin bandore BDP-ê de ne ji xelkê % 70 wê herin ser sendoqan û dengê xwe bidin.

 

Back to top button