Polîtîk

Lêgerîna Kurdên Demokrat (LKD): Tevgera Goran bi ku de?

Daxwîyanîya çapemenîyê:

Tevgera Goran bi ku de?

Kurdistana başûr hê duh qirkirinên mîna Halepçe û enfal, bi mîlyonan kurd drama koçberîyê jîya. Îro xwedîyê parlamentoyekê; serokatîya dewleta herêmî, artêşeka pêşmerga ya bi rêkûpêk ku ji 100 hezarî pêktê; xwedîyê hêza polîsê herêmî, xwedîyê malîya herîmî ye.

Di bin serwerîya kurd de hindikayîyên netewî û olî azadtir û gel, li gorî herêmên Iraqê yên din bêtir di ewleyîyê de ne.

Jîyana rojane, ya bazirganî zîndetir û ewletir e. Xizmetên perwerde û tenduristîyê belaş tên dan. Bêyî cudaya xizan û dewlemend bêtekirin, pêdivîya gel ya xwarinê, ji alî hukumeta herêmê ve tê temînkirin.

Helbet hertişt ne xêr û bêr e. Avayîya Kurdistanê ya bingehîn, pêdivîya elektrîk û ava paqiş hîna ne bes e; di rêvebirîya darazê de, di warê gendelî û îmtîyazan de siqintîyên girîng hene.

Ji bo navendên navneteweyî yên sîyasî û dîplomatîk, modela herêma Kurdistanê, ji bo hemû Iraqê û hata ji bo cîranên wê tê pêşniyarkirin. Ji bo ku rewş bête vê astê, helwesta du hêzên sîyasî yê mezin ku duh gulle bera hev didan, ji bo dîyalog, hevkarî û koalîsyonê helwestek bi biryar û fedakarî rêdane bûye bingeh.

Gava tevgera Goran derket holê, tevlî ku hîna pir nuh bû, ku di hilbijartinan de serfirazîya hêza sêyem bi destxist, me wek serfirazîya demokrasîya kurd ya nestewîyayî nîrxandibû û ji me re bûbû sebebê heyecanek mafdar. Lê di şexsê Goran de, vê heyecana demokratîk ku bi me re çêbû, ji bo helwestên Goran yên dawîn yên ne li rê û neheq ku ne li gorî azwerîyên neteweyîya kurd in, me metelmayî û xemgîn hîşt.

Tevgera Goran pêşî, di hilbijartinên Adara 2010 an de, ji dêvla “Yekîtîya Kurd”, li yekîtîya ku ne li gorî rêzik û berjewendîyên gelê kurd gerîya. Ji ber vê helwestê, li Mûsil, Kerkûk û Dîyala, him dengên wê û him jî yên “Hevkarîya kurd” kêmket, di encamê de, li ser hukumeta ku li Baxdadê avabibe, di hêza kurd ya herêmî de sîyasetek ku kêmanîyê çêbike meşand.

Tevgera Goran di dawîn de, bi tevgera gel dîktatorên nîv esrê li Tûnis û Misirê ku bi “Şoreşa Sosin” da îstîfakirin û revandin, ji gelê kurd re wek mînak rê da û li hemberî îdare û Hukumeta ku ji koalîsyona YNK û PDK çêbûye, gel vexwendî pêşandanan kir. Banga Goran xeter e, neheq e û bêbingeh e.

Ev sazîyên ku bi tekoşîna gelê kurd yê bextreş ku 150 sal in hatîye destxistin û ji bo ku xwe bi azadî îdare bike nuh avabûye. Banga Goran xeter e, çimkî tevlîhevî û kaos zerarê dide van destketinan û wê bibe sebeba ku gelê kurd dîsa têkeve bin nîrê Bexdadê.

Banga Goran neheq û bêbingeh e, çimkî gel li Tûnis û Misirê serwerîyek sîyasî ku bi hilbijartinên azad çêbibe, demokrasî û bêtir azadî dixwaze. Meriv dikare bêje “Şoreşa Sosin” îlhama xwe ji modela Kurdistana Başûr sitendîye. Dîsa berî niha di Tîrmeha 2009 an de li herêma kurd ji bo Parlamantoya Kurdistanê û di Adara 2010 an de li giştîyê Iraqê ji bo parlamentoya Bexdad`ê hilbijartin çêbûn û tevgera Goran jî beşdarî van hilbijartinan bû.

Tevgera Goran, di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistan de ji 111 kursîyan 25 heb qezenc kir; di encama hilbijartinan de her du partîyên (PDK û YNK) herî zêde deng sitendin hukumeta koalîsyonê damezirandin. Berî hilbijartinê Goran, di kirina propaganda de, belavkirina ramanên xwe de, kirina mîtîngan de nehat astengkirin. Di hilbijartinan de Goran, bi qasî ku ji gel piştgirî girt kursî qezenckir. Piştî hilbijartinê, bi rê û rêbazek dijî demokrasîyê ji dervî sîyasetê nehatîye girtin.

“Barzanî” û “Talabanî” tenê ne kesayetînî sîyasî ne. Pêre xwedîyê taybetîyên civatî û olî ne û xwedîyê tekoşînek dûvdirêjin. Vê rewşa xwe ya îro, di encamê tekoşînek dirêj û bi zahmet û bi piştgirîya gel hatinê. Ji bo wan û partîyên ku temsîl dikin rêyek şoreşê ya dirêj heye ku bimeşin. Wan wek Zeynel Abidîn`ê Tûnis, Mûbarek`ê Misir, Qaddafî`yê Lîbya, Esad`ê Sûrî şanîdan, bêbextî ye.

Em wek LKD, tevgera Goran, dawetî muxalefetkirinek demokratîk û bi berpisîyarî dikin. Divê Goran, ne ku sazîyên kurd yên îdarî wenda bike, ji bo ku demokratîktir bixebite karbike.

Goran`ek ku tunekirina sazîyên kurd yên avabûne ji xwe re bike armanc, wê kurdbûna xwe wenda bike. Goran`ek werê, tenê ne li hember gelê Kurdistana Başûr, li hemberî hemû kurdên cîhanê wê berpirsîyar be.

LKD, bang li gelê Başûrê Kurdistan dike ku guhnede bangên Goran yên neheq û bêbingeh û tevlî çalakîyên wan yên berbe zemînek nerewa dişemite nebin.

LKD, desketinên Kurdistana Başûr, destketinên hemû kurdan dibîne.

19 Sibat 2011

LKD
(Lêgerîna Kurdên Demokrat)
Sazîya Rêvebir

Back to top button