Nivîsar

Lêborînek Sosret

 

Serokê Şaredariya bajarê mezin ê Mêrdînê Ehmed Turk, Lêborîneke Sosret li ser navê Kurdan xwestiye. Bi ezmanê turkî di semînereke li Swêdê (2014-12-17) de, eynî weha gotiye: ”Kürt halkı adına Süryani, Ermeni ve Ezidilerden özür dilerim.” Ango (bi navê xelkê Kurd lêborîn ji Suryan, Ermen û Êzîdiyan dixwazim.) Ji vê sosretê jî zêdetir gotiye: ”Em hatine bikaranîn.”

Li virê gelek pirs tên bîra meriv, hin ji wan ev in:

1- Di 1914an de, berî wê jî di 1885an de, dema ku Osmaniyan Ermen û Suryan bilêc kirin, dewleta Kurdan hebû ku leşkerên Kurd beşdarê qetlîamê bibin?

2- Ehmed Turk Êzîdiyan jî weke xelkekî cuda nirxandiye û behsa qetlîama wan jî kiriye. Gelo cudakirina Kurdên Êzîdî û Kurdên Elewî ji bilî siyaseta dijminan, kî wan ji Neteweyê Kurd cuda dike?

3- Ev e 30 sal in QORUCIyên ”Kurd” bi çeka Tirkiyê û bi wergirtina pare jê, gelek Kurd kuştine. Divê Ehmed Turk li ser navê wan jî lêborîn bixwaze.

4- Dema Sedam Huseynê barbar, bi dehhezaran ”Kurd”ên cehş, qetlîam li Kurdan kirine. Divê Ehmed Turk li ser navê wan jî lêborîn bixwaze.

5- Gelo mafê Ehmed Turk heye ku niha li ser navê Kurdan lêborîn dixwaze?

– Dema Ehmed Turk vê loborînê dixwaze, divê ew lêborîn ji Rûmên Qibrisê jî bixwaze. Lewra di 1974an de ew leşkerên pêşî ku ketin Qibrisê û Rûm qetlîam kirin, ji %90 Kurd bûne.

– Dema Ehmed Turk vê loborînê dixwaze, divê ew ji Rûsan jî bixwaze ku di 1914an de şervanên Kurd gelek leşkerên wan kuştine.

– Dema Ehmed Turk vê loborînê dixwaze, divê ji Yûnan, Ingilîz û Frensiyan jî bixwaze.

– Eger em bi kûrahiya dîrokê ve herin, divê Ehmed Turk lêborîn li ser navê Siltan Selahedîn jî bixwaze ku ew çax gelek Ewrûpî hatine kuştin.

Xelkê Ermen jî, yê Suryan jî, rind dizanin ku dema qetlîamê desthelatiya Kurdan nebûye û ew Kurdan berpirsê yekemîn nadin xuyakirin.

Ehmed Turkê ku hêj desthelatiya wî tune ku paşnavê xwe bike kurdî, bi çi navî û bi çi aqilî lêborîneke wisan li ser navê Neteweyê Kurd dixwaze?

Ez ji hemû kesên xwedanê wijdaneke paqij dipirsim, eger desthelatiyeka meriv a fermî li holê nebe, eger welatê meriv bindest be û mero jî koleyên serdestan be, çewa û bi çi aqilî mero lêborîn ji hin xelkên ku qetlîam li wan hatiye kirin bixwaze?

Xuyaye ev ”lêborî”a Ehmed Turkî, haziriya hin dek û dolabên xirab in ku wê di van demên pêş de eşkere bibin.

2014. 12. 17

Behran Badin Kurdistanî

 

 

 

Back to top button