Civak

Lahor Cengî tûşî Korona bû

Li torên civakî de hatiye belavkirin ku lahor cengî hevserokê ynk tûşî virusa Korona bûye û doh bi şev pasewanên wî pêşî doktoran û paşê jî amêrên henasedanê ji nexweşxaneya Korona li gel xwe birine mala Lahor.

Ji doh şev ve çend doktorek birine mala Lahor Cengî û piştî dû demjimêran jî hejmarek kelûpel û çend amêreke henasedana destkird ji nexweşxaneyên Korona ya li Silêmaniyê birine mala Lahor.

Her çende hejmara wan amêran li nexweşxaneyan de gelek kêmin, Lê gote gotên wê yekê jî belav bûye ku Lahor Cengî tûşî Korona bûye û li mala xwe çareseriya wî tê kirin.

Back to top button