Polîtîk

Kursiyên YNKê tira daxwaziyên wan nake

Piştî ragehandina encamên helbijartinên parlamentoya Kurdistanê, ku PDKê 45 kursiyên parlamentoyê bidest xist û YNKê jî tenê 21 kursî bidest anîn, berpirsên PDKê ragehandin ku li gor encamên helbijartinê kîjan partiyek çi mafê wê be li gor wê dê paye webigre, bi taybet jî ji ber ku di dema payeya serokkomariya Iraqê diyar kirinê de, YNK li ser piranîbûn û kêmbûna siyasî bi rijd bû naha nîgeran e.

Li beramber jî berpirsên YNKê di tirseke mezin de ne û di daxuyaniya xwe ya dawî de jî endamê rêveberiya YNKê Saman Germiyanî ji çapemeniya partiya xwe re ragehand, ku ew daxwaza du payeyên siyadî(serekî) li hikûmeta herêma Kurdistanê dikin.

Li gor PDKê jî ew payeyên ku ji YNKê re bên dayîn, li ser hesaba pişkên partiya wan bixwe ye û beşek ji çalakvanên PDKê jî berdewam diyar dikin ku êdî payeyên mafê wan e nadin ti aliyeke din.

Vê derbarê de endamê rêveberiya PDKê Nûrî Heme Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDK ji ber wê serkeftina mezin bidest xist, piraniya kursiyên parlamentoya Kurdistanê misoger kirin. Bê guman naha sedî 50+1 amadeye û bê YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû em dikarin kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê pêkbînin.’’

Herwaha got YNK bi wan 21 kursiyan ve nikare daxwaza payeyên bilind bike û ragehand: ‘’PDKê berdewam qurbanî dane û fidakarî kiriye û pişka xwe daye partiyên din, lê êdî pişka xwe em nadin ti aliyeke din.’’

Back to top button