Polîtîk

Kurdistaneke Konfederalî ji dayik dibe

Jeanine Plasschaert Nûnera Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, piştrast bûye ku Herêma Kurdistan û Iraq nagihin rêkeftineke hevbeş û ji bo wê yekê jî pêşniyar kiriye ku Herêma Kurdistan û Iraq li çarçêweya du dewletan de bi awayeke (Konfederalî) bikarin kar bikin bi serbixwe karên xwe encam bidin.

Ji bo vê mebestê jî li gel Amerîkiyan û berpirsên Kurd û berpirsên yekem û duyemê Iraqê di derbarê vê projeyê de hatiye axaftin û ji bo wan hemûyan jî kêşe nebuye. Herêma Kurdistanê raziye û Mistefa Kazimî jî raziye, heman demê de Amerîkî ji bo çaresekirina kêşeya di navbera Hewlêr û Bexda piştgîriya projeya konfederaliyê dikin û bi konfederaliya Kurdistanê dikarê bi awayeke serbixwe muamele li gel cîhanê bike.

Back to top button