Polîtîk

Kurdistanê hişyarî da Cepheya El Nusra

 

 Herêma Kurdistanê wek hişyarî peyamek şand ji Cepheya El Nusra re daku dest ji qetilkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê berde û PYD jî vê pêngava han pozîtîf dibîne. Aliyekî Kurd jî PYD’ê bi wê yekê tohmetbar dike ku nahêle hêzeke din a çekdarî çêbibe û herwiha nahêle ji Herêma Kurdistanê hêzeke din a çekdarî derbasî rojava bibe.

Zêdeyî du hefte dibe li navçeyên Serêkaniyê, Hesekê, Til Hasil û çend deverên din ên Rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Cepheya El Nusra de şerekî dijwar dest pê kiriye. Gelek gund û qezayên Kurdî hatine valakirin. Lewra Herêma Kurdistanê wek hişyarî peyamek şandiye ji Cepheya El Nusra re û gotiye ku Serokatiya Herêma Kurdistanê li beramber vê rewşê bêdeng namîne.

Li gor wan zanyariyên ku ji çavkaniyeke agahdar gehiştine rojnameya Basê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê peyameke tund-dijwar ji Cepheya El Nusra re şandiye û jê xwestiye ku dest ji êrîşkirina ser navçeyên Kurdî yên Sûriyê berde û sînorê wan navçeyan nebezîne.

Li gor heman agahiyan, ew peyam gehiştiye destê berpirsên El Nusra, wan jî hincet ji xwe re çêkirine û gotine ku ji ber berbelavbûna serkirdayetiya wan li nav axa Tirkiyê, rûbirûyê rewşeke wiha bûne, eger na ew bi xwe jî ne ligel wan kiryaran e. Ew peyam jî bi rêya çend kanalên Tirkî gehiştiye El Nusra. Herwiha di peyamê de behsa êgera bikaranîna hêzê jî hatiye kirin.

Berpirsekî PYD’ê jî pêşwazî li vê pêngava hikûmeta Kurdistanê kir lê belê berpirsekî El Partî ya Rojavayê Kurdistanê PYD bi wê yekê tohmetbar kir ku nahêle çekdarên aliyên din ên Kurdî ji Herêma Kurdistanê derbasî rojava bibin an û herwiha nahêle hêzeke din a çekdar jî çêbibe.

El Nusra cepheyeke selefî ya cîhadî ye û di dawiya sala 2011’ê de dema li Sûriyê alozî derket hat damezrandin, Amerîkayê ew cepheya han sala 2012’ê xiste lîsteya terorê, di 2013’ê de jî Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryar da wê grubê bixe lîsteya cezayên pêwist ku dide alî û kesayetiyên ser bi El Qaîdeyê.

Li gor medyayê, di serdana vê dawiyê ya Serokê PYD’ê Salih Muslim bo Tirkiyê de jî axaftin li ser vê meseleya han hatiye kirin. Nûnerê PYD’ê yê Herêma Kurdistanê Cafer Henan ji rojnameya Basê re got haya wan ji wê peyamê nîne ku Herêma Kurdistanê ji Cepheya El Nusra re şandiye û wiha axifî: ‘’Ger peyameke wiha hebe, evna karekî baş e û hêvîdar in hikûmeta Kurdistanê bi fermî helwêsta xwe li beramber Cepheya El Nusra rabighîne.’’

Henan wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê nehêle ciwan bi navê cîhadê ji herêmê biçin Sûriyê. Hejmareke zêde ya wan ciwanan di nav rêzên El Nusra de ne û hejmarek ji wan jî ji aliyê YPG’ê ve hatine girtin û nêzîka 20 ciwanan jî vegeriyane Kurdistanê.’’
Nûnerê PYD’ê got ku ew dixwazin di dema pêwist de Hêza Pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê bê şandin û di Kongreya Neteweyî ya Kurd de jî li dijî Cepheya El Nusra helwêsteke bihêz bibînin.

Derbarê heman mijarê de Wekîlê Wezareta Pêşmerge Enwer Hacî Osman ji Basê re got: ‘’Lîwaya 8 a Piyade ya Hêza Pêşmerge li ser sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ye, lê heta niha hîç biryarek nehatiye dayîn ku Hêza Pêşmerge bê şandin bo hevkariya Kurdên rojava. Lê em bi biryara serkirdayetiya siyasî ya Kurd û hikûmeta Kurdistanê ve girêdayî ne, çi biryarekê jî bidin Hêza Pêşmerge amade cîbicîh bike.’’

Şiwan Berzencî/Bas

Back to top button