CîhanDosyaPolîtîk

Kurdistan xwedî mafe serxwebûna xwe ragihîne, ev ne cihê nikaşê ye

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî, di derbarê serxwebûna Kurdistanê û rewûa siyasî di vê konaxê de daxûyaniyek ji bo Gelê Kurdistanê ragihand. Barzanî Dibêje: Eger gelê Kurdistanê hêvîyê bê ku xelkek din mafê serxwebûnê weke diyarî pêşkeş bike hiç demekî serxwebûn destnakeve. Ew mafe hebûna xwe heye û divê gelê Kurdistanê daxwaza wê bike û piyade bike.  Axavtina serokê Kurdistanê Mesud Barzanî:Hemwelatiyên xweşdiviyên KurdistanêLi van çend rojên derbasbûyî da hejmarek siyasiyên navxweyî û karbidestên welatên herêmî daxuyaniyên nerast û bê însafane di derbarê mafên gelê Kurdistanê ya li diyarkirina çarenûsa xwe û referandumê de dane û dijayetiya xwe ji bo wê mafê xwezayî û sirûştiya gelê Kurdistanê derbiriye.Berî hemû tiştek hebûna neteweyek bi navê Kurd li Rojhilata Navîn da rastiyeke û gelê Kurd wekî hemû gelên din dikarê mafên xwe piyade bike û jê sûdmend bibê û ew maf sirûştîne û xweda bi me bexşiye û li bin hîç biyanû û pasawek nabê rêgirî lê bê kirin yan jî bête înkar kirin. Heta ew dema înkara wê rastiyê bê kirin kêşe her berdewamiya xwe dibê, lê belê eger ew rastiya hebûna gelê Kurdistanê û mafên wê bê nasîn wê demê bi piştrastiyê ve girift kêmtir dibin û aştî û aramî jî li navçeyê de pêktê.Eger gelê Kurdistanê çaverêya ewe bê xelkekî din mafê serbixweyiyê wekî diyarî pêşkêşî wî bike ewe hîç demek serbixweyî bi dest nayê. Ew mafe hebûna xwe heye û divê gelê Kurdistanê daxwaza wê bike û piyade bike. Hemû aliyek wê rastiyê baş dizanê ku navçeya me û bi taybetî Kurdistan bi bêyî berçav girtina îradeya runiştvanên resena navçeyê hatiye dabeş kirin û eve jî bûye sedema serhildana giriftên kûr û sed sal şer û înkar û nearamiyê. Ewên bûne sedema wê dabeşkirine gelek bi başî dizanin ku çi şaşiyeke mezin encam dane, lê belê ne amadene wê siyaseta xwe ya sed salî ya têkçûyî bipejirînin. Hîç jî rewaye ku ji ber xatirê berjewendiyên siyasî û razîkirina xelkekî din mafê gelê Kurdistanê binpê bikin. Gelo ew rê bi xwe didin astengiyê ji bo mafê gelê xwe deynin? Kurdistan xwediyê hemû taybetmendiyên cografî, dîrokî û miroviyane. Her wekî çawa Skotlanda û Katalonya û Kîubêk û cihên din ew mafê wan heye raya xwe li ser çarenûsa xwe bidin Kurdistan jî xwediyê wê mafê ye û ne cihê nîqaşêye.Gelek balkêşe hinek kes li navxweda pasaw ji bo înkarkirina mafê gelê Kurd yan paşxistina wê tînin û behsa sazkirina bingehê dikin. Referandum û zanîna raya gelê Kurdistanê ji bo diyarkirina çarenûsê mafekî rewaye û pêwîstî bi zemînesaziyê tûne. Anîna pasaw ji bo encamnedana referandum li dû dilî û bê baweriyê ve tê beranber mafê rewaya gelê Kurdistanê. Pêdagirî hinek xelkên navxweyî li ser encamnedana referandum ji ber eweye ji ber ku dizanin derfetekî zêrîn heye û dixwazin ji dest bidin. Her ew cûre xelk jî paşê îddîaya ewe dikin ku derfet ji bo piyadekirina mafê çarenûsa gelê Kurdistanê hebû lê belê serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê nekir.Dema ewe hatiye û derfeteke başe bo ku gelê Kurdistanê li rêya referandumê ve biryarê li çarenûsa xwe bide. Ew referandume bi wateya destbicê ragihandina dewletê nîne belku ji bo eweye ku îrade û raya gelê Kurdistanê ya di derbarê çarenûsa xwe bê zanîn û serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê ji dem û rewşa guncaw da îrade û biryara gel bi cîh bike. Diyarkirina çarenûs û referandumê jî li proseyekî aştiyane û serdemiyane da dibê û bi navê aştî û aramiya navçeyê û vegerandina maf ji bo xwediyê maf dibê û dûrî tundutîjiyê û li rêya hevdû têgihiştin û diyalogê da tê encamdan û tehdîdê jî li ser hîç aliyek dirust nake. Li babeta federalîzm û hilkirina ala Kurdistanê jî ji bilî hebûna dijayetiyê derekî lê belê pêdagirî û xweragirî û dawxaza gelê Kurdistanê wiha kir ku bibê emrî waq’î û cîhan muamele li gel wê bike û bi tu awayekî jî nebûye tehdîdek li ser hîç welat û aliyek. Niha jî ewê li songeya bêwîjdanî û biçûk kirinê ve temaşa mafê rewa û sirûştiya gelê Kurdistanê bike li rastiyê da naxwaze aramî û aştî berpa bibê û nêrîna wan jî tu bihayeke xwe nîne.Navçeya me şer û karesatên mezin bi xwe ve dîtiye û guhertin jî birêveye û gelê Kurdistanê sedema wan guhertin û karesatan nebûye û hemû carek jî bûye qurbanî û xelkekî din wan navçeyan tûşî karesat û gengeşeyan kiriye. Piştî wan hemû qurbanîdan û karesatan êdî divê gelê Kurdistanê biryar li ser çarenûsa xwe bide û erkê hemû Kurdistaniyekî nîştîmanperwer û dilsoze li asta berpirsiyariya dîrokî û îradeya gelê xwe da bin û mil bidin ber qonaxê û li pişt daxwaza xelkê Kurdistanê bin ji bo piyadekirina mafên wan. Înkarîkirina mafê gelekî sîtemdîtî û beş xwarî hîç pasawek hilnagirê û divê bi bêyî dû dilî wê mafê bi gelê xwe rewa bibînîn û kar ji bo wê bikîn.

Back to top button