Polîtîk

Kurdistan xewn bû êdî bû proje

Dîrokzan û siyasetmedarê Kurd Bayar Doskî dibêje projeya nû ya Kurdan ya li rojhilata navîn projeya Kurdistanê ye. Doskî dibêje ez eşkere dibêjim PKK dev ji çekan bernade û konferansa dawî ya li Erbilê eweye Kurdistan ji xewnan derket û êdî bûye projeya Kurdistanê.

Serokê Beşa Pêwendiyên Navdewletiya Zanîngeha Dihokê Dr. Bayar Doskî, di derbarê Konferansa Netewiya Kurd û rewşa rojhilata navîn ya berî û piştî konferansê de li gel rojnameyeke Tirkî hevpeyvînek kiriye û dibêje: Ev konferans li vê sedsala dawî de civîna herî girînga Kurdane. Kurdên Tirkiye, Iraq, Suriye û Îranê li bin sîwanekî de kom dibin.

Li ser pirsa Ji bo çi ev konferans girînge? Doskî dibêje: Ji bo dariştina stratejî û projeya Kurdan ya li Rojhilata Navîn gelek girînge. Projeya nû ya Kurdan ya li rojhilata navîn ne projeya Kurde. Tevgera Kurdan ya li rojhilata navîn de Kurdistanî bûne û tevgereke cografîke.

Back to top button