Polîtîk

Kurdistan terefdairiya tu bilokan li dijî bilokek din nake

Duhî roja 17.10.2012ê li bajarê Hewlêrê, civata wezîrê hikûmeta Kurdistanê bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, di bin serkatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya.

Di destpêka civînê de serokwezîrê Kurdistanê behsa civîna duhî a serokê Kurdistanê digel aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê ku, armanc jê behiskirina encamên civîna dawiyê a di navbera serokê Kurdistanê digel serokomarê Îraqê bû,kir. Serokwezîrê Kurdistanê got ku, civîna serokê Kurdistanê digel serokomarê Îraqê tekîd li ser yekhelwestî û hebûna bername û stratejîyeke yekgirtî li hember rewş û pêşhatên nu li devrê diqewimin kiriye. Nêçîrvan Barzanî got ku, civîna serokomar û serokê Kurdistanî îşaret bi wê yekê kiriye ku, herêma Kurdistanê bi helwestekî yekgirtî teamilê digel bûyer û pêşhatan dike. Serokwezîr ew gotinên ku, dibêjin herêma Kurdistanê bi ser du bilokan de dabeş bûye red kirin û got:

– Herêma Kurdistanê siyaset û stratejîya xwe heye ku, di berjewendiya herêma Kurdistanê de ye û terefdariya tu bilokan li dijî bilokek din nake.

Di civînê de reşnivîsa budceya federalî a Îraqê hat minaqeşe kirin û ji bo danûstandina li ser wê budceyê biryar hat dan û ku, şandeyeke herêma Kurdistanê bi serokatiya Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê serdana Bexdayê bike û ew made û bendên peywendî bi herêma Kurdistanê ve heyene digel Bexdayê minaqeşe bikin.

Nexweşiya Kolêrayê ku, du heftiye li îlayeta Silêmnaiyê bilav bûye, mijareke din a civînê bû û serokwezîrê Kurdistanê bi nave hikûmetê sipasiya wezareta saxlemiyê û wezareta çaredariyê kir ku, wan her du wezaretan karî rû bi rûyê wê nexweşiyê bibin û control bikin. Biryar hat dan ku, komîteyeke daîm ji wezareta saxlemiyê, pilandananê, darayî, şaredarî û çandiniyê ji bona rû bi rûbûna nexweşiya kolêrayê bê pêkanîn.

Civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê di civîna xwe a îro de, minaqeşeya bernameya karê wezareta xandina bilind û lêkolînênzanidtî kir. Û serokwezîrê Kurdistanê got ku, ji nuha û pêde divê xwandina master û diktorayê li gor pêdawîstiyên hikûmeta herêma Kurdistanê, bazar û sektora taybet be.

Ew milk û zeviyên pirojryên berhemanîna neft û gazî li ser tê encamp dan, dive bên tewîzkirin û jib o cîbicîkirina vê biryarê komîteyeke taybetmend bê avakirin.

Back to top button