Civak

Kurdistan rojane 400.000 birmîl petrol rêdike derve

Hukumeta Kurdistanê di derbarê rewşa petrola ku rojane rêdike derve ji bo firotinê de daxûyaniyek da. Hukumet di daxûyaniya xwe de behsa rêjaya derxistina petrolê li devera Pêşxabur dike. Li bîrên Pêşxabûr de rojane 50.000 birmîl derdikeve û li bîrên Tawkê berê, heta Temuza 2017ê rojane 109 .000 birmîl derdtêxist, lê niha daketiyê rojane 80.000 birmîla. Zêdebûna derxistina petrolê ji bîrên devera Pêşxabûr valahiya ku li devera Tawke hatî holê dadigire.

Li gora daxûyaniya hukumetê niha Îstasyona berhevkirina petrolê li devera Şêxan hatiye damezirandin. Herweha kapasîta boriya weguhaztina petrolê bûye rojane 900.000 birmîl.
Hukumet di daxûyaniya xwe de dibêje ku, niha rojane 400 .000 birmîl petrol rêdikin derve.

Back to top button