Cîhan

Kurdistan gotinên berpirsên Îranê red dike

Mapereka Îranê ya binavê Tesnîmî li ser navê sekrererê giştiyê Civata Destnîşankirina Berjewendiyên Îranê, Herêma Kurdistanê bi hindek tometên vala tawanbar dike ku guwaye xwepîşandanên Îranê ji Hewlêr tên îdarekirin.Sefîn Dizeyî peybdarê hikûmeta Kurdistanê wan tometên vala red dike û dibêje ku ew tomet çêkirîne û ji rastiyê dûr in.Teksta daxuyaniya peyvdarê hikûmetê:Malpera Tesnîmî ya Îranê daxuyaniyeke Muhsin Rezayî sekreterê giştiyê Civata Destnîşankirina Berjewendiyên Îranê weşandiye û Rezayî bi gotinên vala Herêma Kurdistanê tometbar dike ku guwaye xwepîşandanên Îranê ji Hewlêrê tên birêvebirin.Em bi hemû awayan van tometên çêkirî û bêesas ku ji hemû rastiyekê dûr in, red dikin. Herêma Kurdistanê bi kiryar selamndiye ku hertim faktera aramî û tenahiya deverê bûye û hertim rê nedaye û rê nade bibe sedema alozî û dirustbûna kaosê li welatên cîran.Herêma Kurdistanê digel welatên cîran, herêmî û cîhanê jî hertim xwestiye têkeliyên dostane li ser bingeha qedirgirtin û berjewendiyên hevbeş hebe. Ev awayê daxuyaniya bi tu awayî xizmetê bi cîrantî û têkeliyên Herêma Kurdistanê digel Îranê nakin.Sefîn DizeyîPeyvdarê fermiyê hikûmeta Herêma Kurdistanê06.01.2018Hewlêr

Back to top button