Polîtîk

Kurdistan di kevin de landika pêkvejiyanê bûye

Li Hewlêrê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşezî li Geyorgiyo Lingway nûnerê Papa yê 16ê. Benedikt yê li Îraq û Urdunê ku bi nûneratiya Vatîkanê serdna herêma Kurdistanê kiriye, kir.

Di dîdarekê de behsa rewşa arama herêma Kurdistanê, pêkvejiyana dîyanetan, xizmetkirin û parastina mafên olî û siyasî yên hevwelatiyan bê cudahî, nebûna şidet û tindutîjiya ayînî û mezhebî li Kurdistanê hat kirin.

Herwesa di dîdarê de tekîd li ser wê dîtinê hat kirin ku herêma Kurdistanê di kevin de landika pêkvejiyana diyanet û mezheban û pêkhatên cuda cuda bûye û di nav gelên herêma Kurdistanê de pirsgirêka ayînî û mezhebî nebûye û nuha jî nîne.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di axavtina xwe de got:
– Em bi wezîfeya xwe dizain ku hevkarî û piştevaniya mesîhîyan bikin û wan ji gefên terorîstan biparêz in û jiyaneke xweş bi dabîn bikin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ew yek jî got ku, hata wê dema ku hevwelatiyên mesîhî bê tirs vegerin bo ser mal û halên xwe, hikûmeta herêma Kurdistanê dê bi hemû îmkanên xwe alîkariya wan mesîhîyan, yên ku ji ber şidet û terorê ji deverên din yên Îraqê qesta herêma Kurdistanê kiriye, bike.

Ji aliyê xwe ve Geyorgiyo Lingway nûnerê Papa yê 16ê. Benedikt yê li Îraq û Urdunê, li hember wê alîkarî û piştevaniya ji hevwqwlatiyên mesîhî re hatiye kirin, sipasiya hikûmeta herêma Kurdistasnê kir û ev helwestê hikûmetê bilind nirxand.
Geyorgiyo Lingway nûnerê Papa yê 16ê. Benedikt yê li Îraq û Urdunê got ku ew hêvîdare ev mênaka tecrûbeya herêma Kurdistanê bigehe hemû deverên din yên Îraqê.

Back to top button