Polîtîk

Kurdistan bihûşta Asurî, Kildanî, Suryanî, Ermeniyane

“Ez ji Bexdayê hatim Kurdistanê, ez koçberî Kurdistanê bûm ji ber ku wekî Mesîhiyek(Kristiyan) ez li vir xwe gelekî bi ewlehî û baweriyê de hîs dikim.”

Eve axaftina Joseph Jebral ê Mesîhiyeke Iraqê ye ku ji sala 2005 an ve hatiye Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê û li vir dijî. Ew li Taxa Ankawa ya Hewlêrê li Muzexaneya Çanda Suryanî ya Ankawa kar dike û gelek ji jiyana xwe raziye.

Ev muzexane ji sala 2011 an ve berhemên dîrok û çanda di derbarê mesîhiyên Iraqê de pêşkêş dike û ev sazî, li hemû sînorê Iraqê de yekemîn muzexaneye ku ji bo Mesîhiyan hatiye vekirin.

Li Iraqê Mesîhî rastî êrîşên misilmanên tundrew yên wekî rêxistinên Elqaîde û gelekên din dibin û her wiha ew ji derveyê Kurdistanê her dem hedefa rêxistinên teroristiyên islamî ne. Ji ber wê yekê jî hemû mesîhî(Asurî, Suryanî, Kildanî û Ermenî) ji Iraqê direvin û xwe dispêrin Kurdistana azad û li gel mesihiyên dinê Kurdistanê bi azadî dijîn.

Back to top button