Hevpeyvîn

Kurdên Xorasanê


Hevpeyvîn: Zarathustra Gabar ÇIYAN

Herêma Xorasanê li Îranê ye. Erdê wê, ji sînorê Turkmenistanê dirêjî tixûbê Afganîstanê dibe. Hejmara kurdên li Xorasanê ne diyar e. Lêkolînêr qala 1 milyon 500 hezar, hinek jî dibêjin hejmara kurdên li herêmê, 2-3 milyon in. Dîroka koçberkirina kurdên Xorasanê di salên 1100-1500 (pz) de pêk hatiye. Lê hinek nivîs qala şopên kevnare yê kurda li herêmê dikin. ‘Zerdeşt Pêxember’ li herêmê maye û ev dever jî dikeve ber xaka kevnare ya kurda. Lewma têkiliyên kurda bi herêmê re têra xwe kevn e.

Lêkolînêr û nivîskarê kurd Şoreş Reşî zêdeyî 10 salan e li ser kurdên koçber kur dibe. 2 pirtûkên wî, Kurdên Koçber 1, 2 li ser pirsê belav bûne. Ew bi xwe jî ji kurdên Anadoliya navîn e. Çend caran çû Xorasanê û li wir lêkolînên giranbuha pêk anîn. Me, li ser rewşa kurdên Xorasanê bi nivîskar Şoreş Reşî re axifî.

– Li ser pirsa Kurdên koçber du pirtûkên we belav bûne. Tu bi xwe ji Kurdê Anadolayiya navîn e. Tu çûye Xorasanê û li ser pirsê kur bûye. Derbarê dîroka Kurdên Anadoliya navîn û Kurdên Xorasanê pispor e.

Hejmara Kurdên Xorasanê çiqas e? Li kîjan bajarên Xorasanê dijîn? Hejmara gundên wan çend in û bêhtir li çi deverê kom bûne?

Şoreş REŞÎ: Spas. Min 10 salan li ser pirtûkên bi navê “Dîroka Kurdên Koçber”, cîld I û II an kar kir û dû caran çûm Xorasan û Gîlanê. Kurdên Xorasan, Gîlan, navenda Anadolê û xeta Berfiratê yek in…

Wekî her beşekî Kurdistanê an jî cîhên ku kurd lê dijîn, em baş nizanin ku çiqas kurd li Xorasanê dijîn. Anku îstatîstîkek liser wê yekê li ber destên me nîne. Yên ku heyî jî ji alî dewletên dagirker vê nayên eşkerê kirin. Bê guman hinek texmîn hene. Mînak, gencên Xorasanê dibêjin: ”Hejmara me sê mîlyon in.” Hinek nivîskarên mîna R. Blaga dibêjin: ”Dema çûn Xorasanê, milyonek 900 hezar bûn, Ew ji 15 heta 50 malbat bûn.” Kelîmullah Tevahudî dibêje: ”45-50 hezar malbat” birin. Ew jî texmîna 250 hezar kesan dike. Dîtinên îro li ser hejmara wan tên gotin, bi min zedê realîstin nayen. Dema mirov kurdên li eyalata Gîlanê jî bide ser yên Xorasanê texmînî di navbera milyon nîv û dû milyonan de kurd li bakûrê Îranê dijîn.

Bakûrê Xorasanê bi dewletên Afganîstan û Turkmenîstanê rê cîran e. Kurd li rojhilat, ji sinûrê Afganîstanê bigre heta Behra Kesk û Gîlanê belav dibin. Herdû cografya jî çiya, tazî, hişk û bêkêr e. Ji rojhilat de, Kurd li bajarên Kelat-i Nadîr, Çinaran, Deregez, Qoçan, Nîşabur, Sebzevar, Esferayn, Şîrvan, Oxaz, Bojnurd û Aşxane dijîn. Li paytexta eyaleta Xorasan, bajarê Meşhedê tê gotin ku 400 hezar kurd dijîn. Di nava wê cografyayê de mirov gundên fars, turkmen, tat jî dibîne ku ew ji bo helandine kurdan hatine bicîhkirin.

Li Xorasanê piranî Kurmanc dijîn. Lê li bajarê Kelatê kêm bê jî kurdên Lor peyda dibin. Li Eyalata Gîlan ku li başûrê Behra Kesk dikevê jî gelek kurd hene. Paytextê eyaletê Reşt ê. Gor bawerîya min ew nav ji êla kurdê bi navê Reşî girtiye. Li Gîlanê, li çiyayên nezikî behre kurdên Kurmanc dijîn û piraniya wan xwe wek ”Reşî” û ”Emarlû” binav dikin. Wekî tê zanîn Reşî li nava Anadolê û li dora Meletî, Semsûrê û gelek cîhên din jî dijîn. Emarlû jî îro bi hema navî li gundên Qirşehîrê dijîn û parçên hevin. Li herêmên bi navên Lahîcan, Şahrudan, Sefîdrud û Loşan kurdên Lek-Lor û kurdên Hewreman dijîn. Lek wek Şêxbizin jî tên zanîn ku îro li Haymana û gelek cîhên dinê Turkîyê û Xaneqînê hene. Kurdên bi zaravê Hewramî û Dimilkî jî li Gîlanê hene. Gîlan wek mûza ziman û zaravaya ne. Ji bo lêkolîneran cîhekî mûkemel e. Di nava van kurdan de: ”Tat”, ”Gîlek”, ”Talîş” û komên dine biçûk jî dijîn. Dîsa nezikî vê herême li bajarên mîna Kazvîn û Xalxalê (Celikî dijîn ku ew li Çelîkhan, Semsûr û navênda Anadolê jî hene) jî gelek kurd dijîn.

Li herdû eyalatan nezikî 2000 gund hene. Tenê li Xorasanê 1600 gundên kurdan hene. Lê îro ew gundana piranî vala bûne. Dema ez di salên 2001 û 2003 an de çûm herdû herêman min dît ku gelek gund vala bûne û xelkê ji gundan barkirine bajarên mezin. Lewra li gundan kar nemaye û salên dawî gelek xela û hişkî heye û çandinî êdî nema dibe. Ji ber sedêmen aborî, gundîyan barkirine. Ew polîtîka ji alî dewletê ve jî tê teşwîk kirin. Dewlet dixwazê kurd belav bibin û bên helandin…

– Bêhtir ji kîjan herêma Kurdistanê hatine?

Şoreş REŞÎ: Bêhtir ji aliyê Meletî û Semûrê ne. Wê demê jiyana koçer û koçberiyê hêsantir bû û sînorê çûnûhatin û bicîhbûnê ji Çiyayê Kurmenc û Helebê heta Erzirûm û Qersê dirêj dibû. Federasyon, êl û konfederasyonê van kurdana di navbera wê cografyayê de diçûn û dihatin, bicîh dibûn. Lê wek navênd, mirov dikarê bibêje ku ji bajarê Semsûr ne.

Li herêmeke Xorasanê kurdên bi navê ”Layînî” hene. Ew nizanin ku ji ku hatine û navê wan ji ku hatiyê. Dema mirov li nava dokumentên Osmaniyan mezê dike, li Semsûrê gundekî bi navê ”Karye-î Layîn”, yanê gundê Layîn dibîne. Di salên 1500 de ew gund heye û xelk lê nîştecîh e. Lê piştî salên 1535 an gund vala bûye û xelkê bar kiriye. Ji dokumentên dîrokî yên bi vî rengî, axaftina mirovên li herdû herêman, qerekter û şêxsîyeta wan dide ispat kirin ku, ew berê li wê herême jîyanê. Bi kurtî mirov dibîne ku ew ji dora Semsûrê neçarî koçê bûne. Berî wê serdemê jî, di dema Sasanîyan de (ss VI) hejmarek kurd ji alî Silîvanê û Gîlan kurdên Gor (1148-1215 an de dewleta Gor avakirin) birine Xorasanê. Dîsa ji Hewrêman û Lekîstanê kurd çûnê herêma Gîlanê.

– Te hinekî qal kir. Lê bi giştî Kurdên Xorasanê çi demê li wir bi cî bûne û sedemên koçberiyê çi ne?

Şoreş REŞÎ: Di serdema Safevîyan de, cara yekêmîn Şah Îsmaîl, kurd birin Xorasanê. Şah dizanî ku kurd şervan in û liser esasê Sersortiyê (Qizilbaş) ew giredayî şah in. Wê demê moxol û ozbekan êrîşî Xorasanê dikirin. Îsmaîl jî êlek e kurd bi navê ”Qereman-lu” bir û wek mertal li pêşberî wan bi cîh kir. Qeremaniyan li hember Osmanîyan gelek salan şer kirin. Bajarê ‘Karaman’a li Anadolê, navê xwe ji wan girtî ye. Piştre di dema Yildirim Beyazid de vedigerin aliyê rojhilat û Qafqasyayê. Di heman demê de, dewleta Safevî ava bûye û Qeremanî di avakirina wê dewletê de rolek mezin lîstine. Şah wan ji wir dibe Xorasanê. Îro jî Qeremanî li bajarê Aşxanê hene. Ez du caran çûm hêla wan. Piranî koçberin, zaravê Kurmancî diaxifin û mirovên pir şervan û egîd in.

Koçberîya dûyêm di serdema Şah Tehmasip de di sala 1553 an de pêk hat. Sedêma wê jî Sersortî û eskerî bû. Koçberîya dawî jî di serdema Şah Ebbas de bû. Şah bi Osmanîyan re di sala 1590 an ”Peymana Stenbolê” mohr kirin û gor vê peymanê di sala 1593-94 an de 15.000 malbatên Kurd birin Xorasan. Kurd wê demê piranî li dora Serhedê û Azarbeycanê koçber bûn û sinorên ku dagirkeran çêkirî îhlal dikirin. Biçûyan kijan dewletê jî ew di şer de bi ser diketin. Lewma herdû împaratoriyan jî dixwestin ji kurdan rizgar bibin. Abbas soz da kurdan, ji bo xwedîkirina pez cihekî peyde bike. Bi vê yekê kurd xapandin û birin Weramîn (başûrê Tehran, îro bûye taxa Azerbeycanê) bicîh kirin. Lê piştî dû salan xapandina wî eşkere bû û derket holê, wî kurd şandin aliyê Xorasanê. Wê demê Xorasan di bin êrîşa Ozbekan de bû û şah nediwêrî herê herême. Şah, kurd birin û ew avitên nava êgir. Piştî wê demê 1594 an de, êdî şerê kurd û ozbekan dest pêdike û kurd gelek wendahîyên mezin didin. Şaîrêkî faris dibêje: ”Eger mirov xaqa Meşhedê bigûvişê dê xwîn heta Kerbelayê here…” Rastî ew xwîna kurda bû. Piştî şerên dehansalan ajotî, kurd herême ji ozbekan paqij dikin û li wir nîştecîh dibin. Ew strana gelêrî jî şerê wê demê îfade dike ku di dema êrîşên ozbekan de jin direvandin û li bazaran difrotin:

Te dibin û min çêrdikî lê yarê?
Li kî alî sefer dikî lê yarê?
Her derê terî min xeberke lê yare!
Dûmên girtîye serî Zengilan û Rûbarî

Serê Tûrmên derket li alî Xîwe û Biharê
Hemdila min, bêrdila min birin bazarê
Can û malî min feda serî serkarî
Min bifroşin daynin li redê wê yarê

Ez bigerim te nabînim lê yarê
Li redê te kê bişînim lê yarê
Kaxizekê tu bişîne ez bixwînim lê yare
(Ji pirtûka Stran û Awazên A. Navîn-Ş. Reşî).

– Li herêmê, kurd bi giştî bi çi karî mijûl in û rewşa herêma Kurda ya aborî çawa ye?

Şoreş REŞÎ: Kurd piranî bi maldarî, bax û cotkarîye debara xwe dikin. Xorasan cîhekî zûha, hişk, baran kêm dibarê û çiyayî ye, çandinî kême. Maldarîya jî merg û çêrê kême. Di hinek newalan de darên meywê hene ku xelk bi fêkîyan dewera xwe dike. Bi gîştî Xorasan û kurdên wir gelek feqîr û hêjar in. Aborî hema hema nîne. Dewlet bi zanyarî cihê kar an jî tiştekî aborîya wan baştir bike ava nake. Dixwazin kurd muhtac bin û belav bibin.

Dewleta Îranê ji karê narkotîkê re çavê xwe digre, serbest e. Li wir cixara kişandin şerm tê dîtin, lê tiryakîbûna narkotikê baş tê dîtin. Ji bo ku bi herêma Xorasanê bi Afganîstanê re sinor e, kişandin û bikaranîn ne qedexe ye. Gelek gund û kes pabendiyê kişandinê bûne. Ez bixwe bûm şahîd ku li gundan dê û bav di nava zarokan de dikşînin û gelek gund bi temamî bûne êsîrê wê. Ew sucêkî mirovahiyê ye. Pêwîst e UN (Neteweyên Yekgirtî) û hêzên kurda bi pirsê mijûl bibin. Zarokên temenê wan nebûyî 10 salî jî di narkotîkê de tên bikar anîn an jî bûne mûptela ku ji bo civaka kurd xeterek pir mezin e. Dewleta Îranê dema tîcareta narkotîkê tê kirin (meblaxên mezin) kesan digre û îdam dike. Lê ji bo bikaranîna wê di nava ciwanên kurda de, çavên xwe digre. Di vî warî de mafên mirovan binpê dike û bernemeyêka wan ê li dij wê jî nîne.
 
– Rewşa bi axaftina Kurdî çawa ye? Xebat li ser ziman, çand û dîrokê dibe, an na?

Şoreş REŞÎ: Kurdîya kurdên Xorasanê Kurmancîya berfiratê ye. Kurdekî ji Semsûr, Çiyayê Kurmenc, Kobanê û navênda Anadolê bi rihetî dikarê fêhm bike. Hinek farisî ketîyê navê, mirov tê de tirkî û erebî jî dibîne lê dîsa jî kurdîyek zelal û paqij e. Kurdên barkirine bajaran, hedî hedî dikevin ber pêla asîmîlasyonê. Yên temên mezin Kurdî dizanin lê nifşên nû bi farisî diaxifin. Dibistan û sîstema siyasî mêjiyê wan dide şûştin.

Li gundan rewş hinekî baştire. Zimanê bazarê hîna jî li gelek deveran Kurdî ye. Lê xeterek gelek mezin li pêş kurdan, yên li gundan dijîn heye. Xebat ferdî ne. Kesayetîyên wek Kelîmullah Tewahûdî (1940) ji 30 pirtûkan zedêtir nivîsî ye û xizmet kiriye. Lê ji bo wan nivîsîn, çapkirin û belakirinê hemî zewî û erd û xaniyê xwe firotiye. Ji van pirtûkan 7-8 li ser dîrokê ne, yên din jî li ser çand û hûnerê ne. Kesên wiha yek û yek hene. Lê xebateka bingehîn nîne. Wekî din kovara ”Kurmanj” derdiket lê gelek pirsgirekên wê aborî hebûn. Sazîyeka bi navê “Mûesesa Kurmancan” heye ku navênda we li bajarê Qoçanê ye û wek mûzeyekê xebatê dimeşîne. Eleqa çi bi kurdên wir ve hebe kom dike û dixê nava sazîyê. Radîo û TV yên ji alî dewletê ve tên fînansê kirin jî hene, lê piranîya bernameyan bi Quran xwendine, an jî bi propaganda sîstemê diçe. Wextek sînorkirî didin stranan. Rewşa Kurdên Gîlanê xiraptir e û tu xebatên wan yê çandî û kultûrî nîn in. Ew bi asîmîlebûne re rû bi rûne.

– Têkiliya wan bi Kurdê Kurdistanê re çawa ye?

Şoreş REŞÎ: Ez kurdên Xorasan û Gîlanê wek ”Koda reş a kurdan” binav dikim. Çawa balafiran kodên xwe reş hene, kurdên Xorasanê jî ji kurdan dûr manê û bi tena serê xwe dijîn. Ne tekîlîya wan bi kurdên rojhilatê Kurdistanê re ne jî bi yên din re hene. Ji bo ku dewlet parabolan qedexê dike, nikarin TV kurdî jî mezê kin. Hevalbendên PKK têkiliyên xwe danîbûn. Wekî din ne TV, ne rojnamê, ne kovar, ne jî tiştekî din digehêje ber destên wan. Di her carê ez diçûm, min gelek pirtûkên zarokan, alfabê û ziman, CD û amûrên din dibirin û hema hema li her cîhekî belav kir û dan hinek kesan ku kopya bikin û belav bikin. Pêwîst e sazî û rewşenbîrên kurd berê rexnê bidin xwe. Hêzên kurd û gelê kurd dikarin gelek alîkarîyên mezin bidin xwîşk û birayên xwe, kurdên Xorasanê. Di vî warî de kemasîyên mezin hene.

– Polîtîka dewleta Îranê li hemberî wan çawa ye?

Şoreş REŞÎ: Wek her dagirkerekî Kurdistanê, ya wan jî polîtîkayek sinsî, nankor û bi xeter e. Tenê kurdan înkar nake, lê ji bo ku wan bihelînê çi ji dest tê dike. Eger kurd nebiyana îro cografya Îranê wek îro nedima; qet nebe Xorasan di nav sînorê Îranê de nedima. Kurdan ji bo Xorasanê gelek bedel dane. Lê li bajarên Xorasanê xelk mûhtacê nanê tisî ye û peykerek mezinekî kurd nabînî. Di alî din de, sîstema dewletê ji bo ku xelkê bihelîne hewil dide ku berê wan bide aliyê olî. Li her kolanekê mirov dikarê mizgefteka modern bibîne û heroj civînên olî pêk tên. Lê ji bo rêkûpêkiya jiyana xelkê çi kar nayê kirin. Bi propagande bi vî rengî bi hezaran kurdên Xorasanê di şerê Iraqê de kuştin û an jî seqet hiştin.

Li bakûrê Xorasanê, sinûrê Turkmenîstanê cîhekî pîroz heye. Dewlet propagandê dike ku ”Îmamê Elî li wir şer kiriyê û paşê bûye cihê îstîrehetê.” Di dîrokê de bûyereka wiha pêk nehatiye. Dewlet rûpelên dîrokî yên nû ji derewan diafirine. Berevajî, gelek belgê û dîtin hene ku Zerdûşt Pêxember li wir jîyaye. Lê dewlet hewil dide dîroka rastiya herêmê berevajî bike…

– Têkiliya wan û Kurdên Anadolê ji aliyê girêdana eşîr, xizm û xwedîtiyê heye, an na?

Şoreş REŞÎ: Di dema îro de, têkiliyên Kurdê Anadolê û Xorasanê zêde ne xurt e. Qels e. Lê girêdana me, ji aliyê êl û eşîran ve heye. Êlên li Koban, Efrîn, Çiyayê Kurmenc, Cebel el Ekrad (Lazqîyê), Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Dêrsîm, Qers, Erzirûm, Rûsya û Navênda Anadolê yek in. Şax û bavikên koçber li Xorasan û Anadola navên eşîr û êla xwe jibîr nekiri ne. Êla min a ku navê xwe Sêvika yê li Xorasanê 60 gundin, li Anadolê 5 gundin. Wekî din li Dêrsîm, Meletîyê jî hene. Dîsa konfedarasyona me ya bi navê Reşî tê nasîn, li taveyê cografyayê belav bûye. 120 êlên kurd li Xorasanê hene, hinek nav hatibûn guhartin jî mirov parçê wan li bakûrê Kurdistan, Rûsya, Rojava û Anadolê dibîne.

– Pirtûkên te Dîroka Kurdên koçber 1, 2 çiqasî bala kurdên koçber kişand?

Şoreş REŞÎ: Di pirtûka min de gelek tez, îdîa û ispatên nû hene; li ser îdîayên di vê pirtûkê de niqaşên pêvîst nehatin kirin. Belavkirina pirtûkê didome. Pirtûk bi kurdî ye û gelek kes nikarin bixwînin. Beşek ji dîrokzanayên kurd bi kurdî naxwînin, an berhem negihiştiye destê wan. Lewma nirxandin, rexnê û niqaşên pevîst çênebûn. Ji alî kurdên koçber vê jî rewş wiha ye. Di xwendina kurdî de li paş mayîn heye. Lê gor wê jî bala wan dikşînê û dixwazin bixwînin. Hewildanên wisa rê li ber fêrbûna kurdî jî vedike. Armanca min ew bû ku, ew li ser dîroka xwe ronî bibin û bi nivîsîna kurdî teşwîqî xwendina zimanê xwe bibin.

Divê bê gotin ku, gavên erênî jî têne avêtin. Li herêmê kurda, wekî kevirekî bavêjî nava avê, pêl bi pêl kurdî di nava kurdên koçber de belav dibe û întresa wan zedêtir dibe. Xebatên hêja dibin û gelek projêyên giranbuha pêk tên.

EuroKurd News

Back to top button