Polîtîk

Kurdên Tirkiyeyê ber bi dewletbûnê ve diçin

Qunciknivîskarê Rojnameya Zamanê Alî Bulaç, diyar kir kurdên Tirkiyeyê dê di pêşerojê de dewleta xwe ava bikin. Bulaç, got dewletbûna kurdan ji bo Rojhilata Navîn ne baş e.

Qunciknivîskarê Rojnameya Zamanê Alî Bulaç ji malpera înternethaberê re axivî û li ser pirsa kurd fikir û ramanên xwe anîn ziman. Bulaç, da zanîn pirsgirêka kurd ji ber dewleta neteweyî ya tirkan derketiye holê û divê ev pirgirêk bê çareserkirin. Bulaç, bi bîr xist kurd û tirkan bi hev re Komara Tirkiyeyê ava kirine lê piştre hemû mafên kurdan hatine înkarkirin. Rojnamevan Alî Bulaç li ser pêvajoya aştiyê jî tiştên balkêş gotin û daxwaza Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan a “konfederasyonê” wiha şîrove kir:

 “Divê mirov baş bizanibe ka federasyon an jî konfederasyon çi ye. Ez dibêjim Amerîka ji me federasyon dixwaze. Dema mirov li pêvajoya aştiya ku niha tê meşandin dinerê dikare vê encamê derxe. Li Bakurê Iraqê dewletekê federal a kurdan heye. Niha li Sûriyeyê jî ava kirin. Dema mirov li karekterên reformên ku li Tirkiyeyê tê çêkirin binêre em jî ber bir federasyonê ve diçin. Em vê çawa fêm dikin? Tirkiye êdî dixwaze pergala serokatiyê ava bike, dixwaze dadgehên herêmî ava bike.”

Alî Bulaç got, avabûna dewleta kurdan a Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn û gelên Îslamê ne baş e û got heke li Tirkiyeyê dewleta kurdan ava bibe dê di navbera gelan de şer û pevçûn derkevin. (PNA)

Back to top button