CivakRojev

Kurdên li Sûdanê vegerîyan Qamişlo

 

Li Sûdanê, ku artêş û Hêzên Piştgirîya Lezgîn ji nîvê Nîsanê ve li hev ketine, agirbestek hefteyî di meriyetê de ye.

Di roja duyemîn a agirbestê de hat ragihandin ku şer li paytext Xertûmê kêm bûye û 161 Sûrîyeyîyên ku piranîya wan Kurdên Rojava ne, anîne Qamişlo.  161 Sûrîyeyîyên ku ji ber şer û pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgirîya Bilez (HDK) yên Sûdanê de bi balafiran ji welatê xwe hatin derxistin, anîn bajarê Qamişloyê.

Hat ragihandin piranîya kesên ku hatine birin Kurdên Sûrîyê ne. Li gor Çavdêrîya Mafên Mirovan a Sûrîyê (SOHR), ku navenda wê li Îngilîstanê ye, Sûrîyeyîyên ku hatine derxistin ji alîyê Rêveberîya Xweser a Rojava ve hatin pêşwazîkirin.

Berî niha komîsyonek ji bo vegera Sûrîyeyîyên li Sûdanê hatibû avakirin.

 

Back to top button