Polîtîk

Kurdek ji Tirkan Tirktir û ji dijminan dijmintir

Çetiner Çetin yek ji wan rojnamevanane ku wekî nîjad Kurde lê wekî mejî û raman ji Tirkan Tirktir û ji dijminên Kurdan dijmintire. Li vî derbarî de arşîva nûçeyên derewên Çetiner Çetin gelek tije ye û niha jî nûçeyeke rojevakurd wergerandiye Tirkî buxtan û bêbextiyê li Barzanî dike.

Nûçeya Rojeva Kurd ya bi navê (Bikaranîna ‘Bakurê İraqê’ hat qedexekirin) ku 22.10.2013 an de hatibû belav kirin Çetin wê nûçeya me wergerandiye Tirkî bi serdêra (Barzani ‘Kuzey Irak’ı yasakladı) (http://www.timeturk.com/tr/2013/10/23/barzani-kuzey-irak-i-yasakladi.html) Barzanî Bakûrê Iraqê qedexekir belav kiriye. Her çende qedexekirina vê peyvê ji aliyê rêxistineke sivil ya bi navê Komeleya Parastina Ala Kurdistanê ve hatibe kirin û wekî insiyatifeke sivilbe, lê belê Çetin nivîsiye ku qaşo Barzanî pêşnumayek daye Parlementoyê û xwestiye bikaranîna vê navê bi awayeke desturî qedexe bikin. 

Her wiha Çetin dibêje ku Barzanî peyamek ji bo hemû şîrketan şandiye û xwestiye vê navê bikarneynin û ew iddia dike ku Barzanî êdî nivîsên fermî yê bi navê Bakûrê Iraqê qebul nake.

Back to top button