CîhanRojev

Kurdê ji Rojava bû Şaredarê Bajarê Mezin ê Frankfurtê

Mike Josef yê ku di sala 1983an de li bajarê Qamişlo yê Rojava ji dayik bûye, bû Şaredarê bajarê Frankfurt ê Almanyayê.

Li gor encamên ceribandinê, siyasetmedarê Sosyaldemokrat ê çil salî nêzîkî 51,7% ji dengan û hevrikê wî Uwe Becker (CDU) 48,3% ji dengan stend. Di tûra yekem a dengdanê de Josef ji sedî 24 û Uwe Becker jî ji sedî 34,5 deng standin.

Mike Josef di koalîsyona ku ji SPD, Keskan, FDP û Volt pêk tê de, wek meclîsa pêşkeftina bajêr xebitî. Josef hestên xwe yên piştî hilbijartinan anî zimên û got, “Ez dixwazim bibim şaredarê hemû gelê Frankfurtê. Ji bo min rûmetek e ku ev berpirsyarî hat dayîn”.

Back to top button