Cîhan

Kurda nûçeya SVTê derew derxistin

Rojnemevanê Swêdî Claes JB Lofgren li Kurdistana Başûr û li devera hinek cihên Musilê bernameyek ji bo kanala televizyona Swêdî SVT amade kir.

Di vê bernemeyê li ser rewşa mesihiyên herêmê nûçeyek di televizyona Swêdî de weşand. Di nûçeyê de hatibû îdia kirin ku, kurd zordariyê li mesîhiyan dikin. Herweha Mesîhî mane di navbera Kurd û Îslamiyetê de. Heta hinek kesên xirîstiyan jî di vê derbarê de di bernamê de axivîbûn.

Digotin ku Kurd dixwazin erdê mesihîyan bigrin.Herweha Federasyona Siryaniyan jî ev nûçe piştrast dikira.

Li ser vê nûçeyê Kurdên li Swêd  gelek bi tundî li dijê naveroka nûçeyê û helwesta rojnemevanê Swêdî derketin û medya civakî de ev nûçe derev derxistin û behsa rewşa Kurdistanê û herweha alikariya hukumeta Kurdistanê ji bo mesihiyan kirin.

Bi sedan telefon, mail  ji bo Claes JB Lofgren  hatin rêkirin.

Piştî reaksiyona Kurdan rojnemevan Claes JB Lofgren  di nivîsek ya xwe de behsa helwesta Kurdan dike û rê daye dîtinên ku civaka Kurd jêre rêkirîn. Claes JB Lofgren  di malpera SVTê de ev yek belav kir.

Bi vî awayî şaşiya nûçeyê û derewên di derbarê pêwendiya hukumeta Kurdistanê  û mesihiyan de eşkere bûn. Kurd li herêmê Mesihiyan û hemû xelk û olên cuda li himber teroristan diparêzin û pêşwazyek mirovatî li penaberên xiristiyan yên hatîn Kurdistanê dikin.

Cuhê pirsiyê ku , gelo eger Mesihiyên li Musil devera ku ketiye di bin kontrola DAÎŞê de ji bo çi direvin û berên xwe didin Kurdistanê?

Nûçeya ku di Televizyona Swêdî de hatî weşandin:

http://www.svt.se/nyheter/varlden/iraks-kristna-offer-for-kurdernas-offensiv

Back to top button