Civak

Kurd şînê bi kurdî dikin

Li devera Wanê mayinek teqiya û di encam de leşkerekî  jiyana xwe ji dest da. Leşkerê bi nave Burhan Kiliç kurd bû ji bajarê Erdexanê bû. Dema cenazeyên wî rakirin, diya wî bi kurdî şîna xwe kir, stran avêtin ser kurê xwe yê jiyana xwe ji dest dayî.

Eve demeke hêzên çekdarên Tirk bi zanebûn gencên kurd yên eskeriya xwe dikin rêdikin herêmên ku şer lê heyîn. Ev leşker wek me teva kurdin mecburî diçin leşkeriya xwe dikin, lê dema di şer de tên kuştin kurdek jiyana xwe ji dest dide, mirov gelek caran mereq dike ku, gelo fermandarek Tirk dema kurdek tê kuştin  xwedî çi hestiye?

Ji herdu aliyan jî kurd tên kuştin. Dewlet bi zanebûn bi awayekî kurdan bi destê kurdan dide kuştin. Heta şer û operasyon hebin dê ev trajedî berdewam be.

Back to top button