Nivîsar

Kurd ne ehmeqin lê yên vê dibêjin..

Ji berê de dewleta Tirk bi zanebûn pirsa Kurd û dabeşkirina Tirkiye bi heve girê daye. Dema behsa Kurdan û çareseriya pirsa Kurd tê kirin , di cih de pirsa parçebûna Tirkiye tê rojevê.
 
Di qonaxa ku pêvajoyek nû ji bo sekinandina şer yan jî devjêberdana çekan li Tirkiye û Kurdistana Bakur destpêkirî gelek nirxandinên cur bi cur têne kirin.

Lê hinek kesayet  ku kurdin li ser navê Kurdan daxuyaniyên balkêş didin. Hewce nakê ku mirov behsa keseyata wan bike. Ji ber ku ez bi xwe wan baş nasnakim. Lê peyamên îro didin yanî awayê peyamên wan ne raste.

 Ji xwe tiştên çewt dibêjin lê Kurdan jî bi “ Ehmeqiyê “ “nezanînê“ “xeşîîmî û evdalbûnê“ wesif dikin.

Niha herkes bi awayekî dîtinên xwe dibêje. Rast, çewt mirov dîtinên cuda dinirxîne û li ser şirove dike. Lê karanîna hinek gotinan ne ji mafê wan kesaye. Dixweyê mirov piçekî jî bi xwediyê wan sifataye heta dikare ji bo miletekî bi kar bîne.

Niviskar Muhsin Kizilkaya di gotarek ya xwe de dibêje: Kurd ne ewqas ehmeqin ku ji dev Antalya û Satenbulê berdin“ Dengîr Mir Mehmet Firat jî hevpeyvînek ya xwe de dibêje “ Kurd ne ewkas evdalin ku ji dev Antalya  berdin“

Di dema li Tirkiye tevgera azadixwaz a Kurd pêşketî û piraniya tevgerên Kurdan doza serxwebûna Kurdistanê dikiran, rehmetî Musa Enter jî gotinek bi vî awayî karanîbû. Gotibû ku “ Em tu caran ji Tirkiye venaqetin û ji dev Stanbul û Izmirê bernadin“

Li Bakurê Kurdistanê gelek siyaset û aliyên cuda hene. Her partiyek Kurdî xwedî bernameyek siyasiye. Hinek serxwebûnê, hinek federasyonê û hinek jî otonomiye yan jî tiştên din dixwazin. Ev daxwaziyên partiyên siyasî pêktên pêk nayên pirsek dine.

Lê Kurd çi bixwazin bila bixwazin. Di encam de mafê Kurdan yê dewletek serbixwe heye. Kurd vî mafî kar tînin kar naynin ev jî pirsek dine.
Lê gotinên valê û bê wate heqereteke ji vî mafê rewa yê gelê Kurd re.

Partiyên Kurdistana Başûr heta sala 1991ê demokrasî ji bo Iraqê otonomi ji bo Kurdistanê dixwestin. Lê Merc hatin guhertin Kurdistana Başûr bû federalizm. Ev federalizma îro li Başûr heyî gelek jî berfirehe. Ihtimala ku qonaxek din siyasî de Kurd serxwebûnê jî li Başûr ragihînin heye. Ev yek bi temamî ji bo Tirkiye û beşên din yên Kurdistanê jî derbas dibe.

Her demî Kurdên ku dixwazin dikarin li Satanbulê, Antalya yan jî li Izmîrê cih bibin û jiyana xwe berdewam bikin tu pêwendiya vê yekê pirsên siyasî re tuneye. Ji xwe ew kesên van gotinan dibêjin li van deveran dijîn.

30.4.2013

Dara Bilek

Back to top button