Polîtîk

Kurd ji bo avakirina hikûmetekî nû di rola mifteyê de ne

Li Iraqê ji hilbijartinê heta niha 7 meh bihûriye lê parlamento hîna jî bê denge. Li parlamentoya Iraqê di nava 7 mehan de tenê runiştinek hate kirin. Lê di vê runiştinê de serokê Parlamentoyê nehatiye bijartin û parlamento dîsa ta’tîl bû.

Siyasetmedar û parlamenterên îraqî di warê nesazkirina hikûmetê de rekora dinyayê bidestxistin.

Heta niha kurdên başûr ji gengeşiyên avakirina hikûmetê dûr mabûn. Lê a niha jî baş xuya dibe ku ji bo avakirina hikûmetekî nû mifte di destê kurdan de ye.

Ji bo avakirina Hikumetekî nû pêwîstiyek piraniyê heye yanî divê bloqekî 163 sandalî bidestbixe.

Piştî hilbijartinê hejmarê sandalyeyê partiyên Iraqî jî bi vî şekliye.

Listî Iraqiyê ,       İyad allawi         :91

Dewletî Yasa ,     Nurî Maliki          :89

Yekitiya Şi’î ,      Emar Hekîm        :39           

Listi Kurdistanî                             :57
 

Gruba Şi’î berê demekî daxuyakirin ku piştgirî bidin ji bo Nurî Malikî . Dewletî Yasa digel hejmarê sandelyeyê xwe digel Şi’iyan dike 128. Lê ji bo avakirina hikûmetê divê 163 sandalî bibe.

A niha tiştekî girîng derdikeve holê ku hem Dewletî Yasa hem jî Listî Iraqiyê ji bo avakirina hikûmetê mecburin ku ji kurdan re itifaq bikin.

Kurd gelek baş dizanin ku di cihekî pir hesasê de ne . Di destê kurdan de 19 daxwazên birêzkirî hene. Di wan daxwazan de wekî peymanê petrolê , firotina petrola ya hikûmeta herêmê , bikaranîna madeya 140. û hwd.

Lîstî Kurdistanî û parlamenterên xwe taybetmendiya cihên xwe baş dizanin ji ber vê yekê gavên pratîk dixwazin. Kî gavên erênî biavêje kurd jî dikarin piştgiriya wan bikin. Lê heta niha ti tişt  zelal nebûye.

 
Tenê tiştekî zelal heye ‘’Kurd ji bo avakirina hikûmetekî nû di rola mifteyê de ne’’

 

Medîn Amedî

 

19/10/2010 Amed

Back to top button