Polîtîk

Kurd dixwazin Konsolekê Iraqê li Almanya Kurd bê

Helmetek ji bo komkirina îmzayan li seranserê Almanya hatiye destpêkirin ku ji bo danîna konsolekê Kurd li Almanya ye û ewan nameyeke vekirî ji bi Serokayetiya Parlemena Kurdistanê, Serokayetiya Hikûmeta Kurdistanê, Fraksiyonên Kurdistanê li Parlemena Iraqê re şandine û ji Wezîr û Piledarên Kurd yên li Hikûmeta Iraqê daxwaz kirine ku konsolekê Iraqê li Almanya Kurd bê.

Armanc Nêrweyî Cîgirê Seroka Komeleya Dostaniya Kurd û Alman li Almanya da zanîn ku: Em wekî Komeleya Dostayetiya Kurd û Alman li Almanya, her wiha revenda Kurd li Almanya, daxwazeka rewa pêşkêşî we yên birêz dikîn ku wekî maf pêwiste ji Komara Federaliya Almanya Balyozê Komara Federaliya Iraqê Kurd bê, ji ber ku hejmara revenda Kurd zêdetire ji yên din.

Back to top button