Civak

Kozakçioglu xwe kuşt

Waliyê demekî li Kurdistanê Hayri Kozakçîoglu li mala xwe întixar kir. Li gora medya Tirkî radigihîne Hayrî Kozakçioglu  di mala xwe de demanceyek berda dilê xwe û dawî li jiyana xwe anî.

Temenê Kozakçîoglu 75 sal bû. Kozakçioglu sala 1987ê bû waliyê Diyarbekirê. Piştî demekî li herêma Kurdistanê rewşa awarte hate ragihandin û Hayrî Kozakçioglu bû waliyê herêma Kurdistanê. Hayrî Kozakçioglu wek waliyê dewleta dagirker li Herêma Kurdistanê kar dikir û xwedîyê desthilatdariyek taybet bû. Heta salla 1991 li Diyarbekirê ma.

Back to top button