Polîtîk

Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Kurdistanê ava bû

 

Duhî 08.07.2012ê di merasimeke taybet de, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî avakirina Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Kurdistanê îlan kir û Mesrûr Barzanî bû rawêkarê (misteşar) Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Kurdistanê.

Di merasimê de ku, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmetê, Kosret Resûl cîgirê serokê herêma Kurdistanê amade bûn, serokê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û daxwaz ji hemû saziyên ewlekariyê yên herêma Kurdistanê kir ku, ji bona parastina emniyeta Kurdistanê bi şev û roj bixebitin.

Serok Barzanî di peyva xwe de got ku, Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Kurdistanê milkê hemû xelkê Kurdistanê ye, ew ne milkê hizbekê, du hizaban yan sê hizban e, ew milkê hemû Kurdistanê ye.

Mesrûr Barzanî rawêjkarê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Kurdistanê jî peyvek pêşkeş kir û got ku ew dê li ser xebaêtn xwe yên parastina ewlekariya herêma Kurdistanê û ser û malê hevwelatiyan berdewam bin.

Her di vê merasimê de, Xesro Gul Mihemed jî dê wekî cîgirê rawêjkarê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Kurdistanê kar bike.

Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Kurdistanê dê wekî dezgeheka hikûmî ser bi  hikûmeta Kurdistanê û serokatiya Kurdistanê be  û hemû saziyên emin û mixabiratê yên sivî û leşkerî  dê di bin sîwana konseya ewlekariyê de kar bikin. 

Ji bo guhdarîkirina peyva serokê Kurdistanê lînka li jêr veke

 

Back to top button