Kultur

Konsera ‘Qulingê Deşta Xerzan’ Qubînî li Stenbolê

Salihê Qubînî, yek ji dengbêjên me yê bi nav û deng e ku bi taybetî li Herêma Xerzan, bi giştî jî li seranserê welêt tê naskirin.

Qûbînî di sala 1949’an de li Gundê Eyndarê (Agaçlîpînar) ya bi ser Misirca (Kurtalan) Sêrtê ve ye, hatiye dinyayê. Ji ber feqîrî û belengaziyê, hêj di zarokatiya xwe de malbata wî li gelek gundan geriyaye. Berê mala wî li gundê ‘Girikê Boto’ ya bi ser Farqîna (Silîvan) Diyarbekirê ve ye bû, niha ew li Batmanê bi cih û war e.

Qûbînî ji bilî karê dengbêjiyê, ji bo dabara malbata xwe bike, di çêkirina avahî û mizgeftên gundan de karê sewaxê û lêkirina dîwaran dike.

Di gotûbêjeke ku me pê re kiribû de, bersiva pirsa me ya bi rengê: “We çawa, çi çax û bi çi awayî dest bi karê dengbêjiyê kiriye? Ev çend sal in ku hûn stranan dibêjin? Di malbata we de ji xeynî we kesên ku distrên hene gelo?” wisa bersivandibû:“Hêj di 12-13 saliya xwe de, li poxan û bênderên gund min kilam û stran digotin. Min dênh û bala xwe dida darekî, xaniyekî, mirovekî an jî heywanekî, min digot û li hev dianî. Di malbata me de birayê min ê mezin ku ‘Qasimê Dengbêj’ jê re digotin, berê stran digotin û îro kêm be jî dibêje. Babê min ‘Sofî Hemê’ jî dengbêjekî baş bû. Lê dema ez dibim 9-10 salî, êdî ji ber bêtaqetiyê, dest ji kilam û stranan dikişîne. Ev 40 sal e ku ez dibêjim. Hinek kilam û awaz min ji birayê xwe Qasim û hinek ji wan jî min ji bavê xwe Hemê girtine. Gelek kilamên ku min bi xwe çêkirine jî hene….”

Gelo dengbêjên ku herî zêde tesîr li Salihê Qûbînê kirine kî ne? Li gorî gotina wî Teyîboyê Siertî ku niha li Gundê Marîbê ya Misircê rûdine, Şakirê Bedih ango Şakirê Mezin û Rehmetiyê Hiseynê Orginosî yê Mûşî tesîreke mezin lê kirine. Lê dengbêjek jî heye ku gelek dixwaze li civat û dîwana wî bibe mêvan û pê re dîwaneke ‘Xerzanî’ pêk bîne. Ew dengbêj jî ‘Bermahiyê Komkûjiya Filehan’, ‘Qûlîngê Deşta Xerzan’, ‘Lejyonerê Artêşa Fransa’, ‘Hevalbendê Seîd Axayê Cîzîrî’ û ‘Xweşawazê Radyoya Erîvanê’ Karapetê Xaço ye. Li gorî gotina wî 5-6 meh berê bi riya telefonê, bi Karapêt re ketine têkiliyê û ji hev re çend bend kilam gotine.

Heta niha bi sedan kasetên Salihê Qûbînê bi awayên amatorî hatine qeydkirin û tomarkirin. Lê bi awayeke profesyonelî ev 6-7 sal in ku 6 kasetên wî derketine pêşberî kilamhezan.

Bi kurtasî mirov bibêje; ev ciwanmêrê hanê Deng û Awaza Deşta Xerzan bixwe ye. Dema kilamên Metran Îsa, Derwêşê Evdî, Genc Xelîl û Edûlê, Lawiko Dîno, Hay lo li min (Xêlyeya Farqînî), Koçero Lawikê Silîvanî, Şerê Hethetkê, Kilama Behcetê Dawûd bê gotin Salihê Qûbînê tê bîra mirov. Her wiha Emê Gozê ku wekî “Rêbirê Posteya Dewletê” tê nasîn, kilameke ku ji hêla Seydayê Cegerxwîn ve jî gelekî hatiye ecibandin, awazeke şêrîn e ji devê Salihê Qûbînê…

Şanogeha Seyr-î Mesela ku li Stenbolê karên şanogerî û çandî dimeşîne, bi awayeke rêkûpêk konseran jî organîze dike û li salona saziya xwe dike ku hezkiriyên çand, huner û muzîka kurdî lê bihêwirin. 

Konser: Salihê Qubînî
Saet: 20:30
Şanogeha Seyr-î Meselê, Îstîklal Cad, İmam Adnan Nane Sok.
No: 5, Kat: 4, Beyoglu / İstanbul
Tel: 0212 244 80 46 Faks: 0212 244 97 89

Salihê Kevirbirî & EuroKurd News

Back to top button