Nivîsar

Kongreya Netewî Kurdî dê li ser çi esasî lidarkeve?

Mebest bi lidarxistina “Kongreya Netewî Kurdî”, çareserkirina çarenûsa doza Kurd û Kurdistanê ye.

Bes tenê endîşeyek min heye.

Wek tê zanîn Serokê konseya birêvebir ya KCK-ê Murat Karayilan ji hinek rojnamevanên tirk re gotibû; “Em li dijî damezirandina dewletek Kurdistanê ya serbexoyî ne. Ger dewletek Kurdi bête damezirandin, emê piştevanî û piştgirîyê nedin vê biryara hanê. Em li dijî netewdewletbûnê ne. Ji ber ko dema netewdewletbûne derbas bûye, û Ew piştgiriya dewleteka kurdî ya neteweyî li başûrê Kurdistanê nakin ji ber di dewleta neteweyî de dîktatorî çêdibe.”

Madem ko dema netewdewletbûnê derbas bûyê, bila Mûrad Karayilan berê xwe bide dewletên kolonyalist û bibêje; “dewletên xwe birûxînin û ji dev ji netewdewletbûnê berdin. (têbibuhirin)

Dîsan wek tê zanîn û em baş agahdarîn ko cenabî kak Mesûd Barzani gelek caran di beyanatên xwe de destnîşan kirîye ko gotîye; “Kêşeya me hukumranîye, dozek netewîye-mîllî ye.”

Li gor vê beyanata Mûrad Karayilan, gelo pêşnîyarkirina lidarxistina Kongreya Netewî, dê wateya xwe çi be û li ser çi esasî dê lidarkeve.?

PKK dewletek Kurdistanê naxwazin;

Ala Kurdistanê naxwazin;

Sîstemek Federalî naxwazin;

Sirûda Kurdî “ey reqîb” naxwazin;

Parlamentoyekê bo Kurdistanê naxwazin; 

Pêkhateyek Kurdistanî naxwazin;

Doza muttefîkekî staratejîk jî nake, di mîhwereke ko mafê Kurdan biparêze jî cîh negirtîye.

PKK, tixûbê mîsaq-î millî diparêze,

Peymana Lozanê diparêze,

Komara demokratîk diparêze, (ango navê vê sîstema hanê kirine “Paradîgma Modernîteya Demokratik” ko ez hêjî tênegiştme tê çi wateyê.)

Em dibêjin bila mîhwera me û muttefîkê me yê stratejîk Amerîka be;

PKK dibêje: “Amman hawar, ew emperyalist e.”

Em dibêjin bila mîhwera me û muttefîkê me yê stratejik Awrûpa be;

PKK dibêje: “Zînhar!! ew kapîtalîst e”

Em dibêjin bila mîhwera me û muttefîkê me yê stratejik Îsraîl be;

PKK dibêje: “Ew jî sîyonîst e”

Îcar bila mîhwera me û muttefîkê me yê stratejik kî bin?

(Bila Tirk û Ereb û Faris bin)

De werin kongreya netewî lidarxin û dewleta Kurdistanê damezirînin.

Îcar pêşnîyarîya sedem û wateya ko birêveberîya KCK’ê dixwazin kongreya netewî bête lidarxistin çîye.

Qaşo kesayetê xwedî pêwendiyên xurt ligel Ocalan, Mihemed Emîn Pêncwênî di hevpeyvîneke taybet a Rûdawê de behsa hewlên nêzîkkirina PDK û PKKê dike, ko ew li ser navê Ocalan dibêje bila serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bibe serokê Kongreya Neteweyî û Leyla Zana jî bibe cîgira wî.

Esasen mûxatapgirtin û rûniştina li gel PKK’ê ne caîz e.

Eger ko hûn bi rêxistinek, tundraw, krîmînal û ne meşrû re rûnin û mûxatap bigrin; Paşê hûnê krîmînalîze bibin û meşrû’îyeta xwe wenda bikin.

Back to top button