Nivîsar

Kongreya Netewî dicivê yan na

Civandina kongreyek netewî ji bo tvegera siyasî û civakî ya Kurd li hemû beşên Kurdistanê û derveyî welat bûyerek pîroz e.

Lê gelo di mercên îro de civîna kongreyek netewî dê çikas bikeve xizmeta tevgera Kurd û Kurdistanî de û herweha dê çikas bibê demana parastina nirxên netewî û berjewendiyên netewî cihê şikêye.

Gelek eşkere siyaseta ku di roja me de PKK rêve dibe û herweha dîtina wan di derbarê Kongreya Netewî de dihêle ku kongreya netewî ji sifata xwe ya netewî dûr bikeve û bikeve qalibek din de.

Kongreyek netewî divê ji berî her tiştekî bibe demana parastina xeta netewî û berjewendiyên netewî li ser hertiştekî re bigre. Dema ev yek pêknewê tu mana civandina kongreyek bi vî navî namîne û ji armanca xwe dûr dikeve. Heta ji hemûyê girîngtir di pêşerojê de ji pêkanîna Kongreyek Netewî re dibe asteng.

Roja biryara civandina Kongreya Netewî hatî dayîn heta îro, gotubêjin têne kirin dide nîşandan ku Kongreya Netewî ji armanca xwe ya pîroz tê dûrxistin.

Li Rojavayê Kurdistanê siyaseta yekdest ku PKK rêve dibe vekiriye. Di rastiya xwe de rê nade hezek din li Rojava. Ne hêzin di siha PYDê de bin kesek nabê şirîkê desthilatdariya Rojavayê Kurdistanê. Ev yek heta wek îro bi vî awayîye. Heta derfeta PYDê hebê jî, wê bi vî awayî be.

Di Kongreyek Netewî de nabê ku kesek yan jî aliyek li himber ragihandina serxwebûna Kurdistanê derkeve yan jî mafê Kurdan yê dewletbûnê qebûl neke.

Di vê derbarê de siyaseta PKKê kifşe. Eger Kongreya Netewî di vê mijarê de nebê xwedî biryar û bandor,gelo çewe mirov dê bikaribe behsa naveroka Kongereya Netewî bike?

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî siyaseta xwe li ser bingehê xeta netewî yanî xeta Kurd û Kurdistanî avakiriye. Di roja me de Barzanî bûye demana parastin û destxistina mafên neteweyê Kurd. Gelo PKK di roja me de heta çi redeyê nêzikî vê xetêye? Îro ji vê xetê dûre.

Eger Kongreyek netewî bibe qada şerek siyasî di nav xeta netewî û ya ne netewî de tu mana vê Kongreyê namîne.

Ji bo van sedemên ku bi kurtahî min dayîn kifşkirin di roja me de çênebûna Kongreyêk Netewî ji bo tevgera Kurd baştir e. Ji ber ku armancên xwe yên pêwist dê nikaribe  bi kar bîne. Siyaseta PKKê asteng e.

Eger PKK, kêmasî ragihandina dewletek Kurdî wek armancek sereke ya Kongreya Netewî nebînê dê çewe parastina nêrxin netewî di vê kongreyê de bikeve di bin demana Kongreyê de?

Kongre bi vî awayî çênabe. Çêbêjî wê ji armancên netewî dûr be.

Ji bo vê yekê îro, di vê pêvajoyê de çenebûna Kongreya Netewî ji çêbûna wê ji bo tevgera netewîya Kurdistanî xêrtire.

22.10.2013

Dara Bilek

 

 

Back to top button