Polîtîk

Kongreya Neteweyî 15.09.2013 tê li darxistin(daxuyani)

Ji bo raya giştî û medyayê

Di civîna berfireh ya 22 ê Tirmeha 2013 an de, bi armanca birêvebirina kar û xebatên amadekariya Kongreyê, Komîteya amadekar ya Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd ji 21 endaman pêk hat û dest bi karê xwe kir. Di vê çarçoveyê de xebatek hat bi rêvebirin û gihîştiye asteke girîng. Me xwest bi rêya we konfransê rojnamevanî û bi rêya we rojnavevanên hêja, derbarê kar û xebatên komîteya amadekar ya Kongreyê, raya giştî û gelê xwe agahdar bikin.

Bi xêrhatina hemû rojnamevanên birêz dikin, û ji ber kû di destpêkê de heta niha bi awayekî bê rawestandin we erka şopandina amadekariyên Kongreyê girt ser milê xwe, em we sipas dikin. Komîteya Amedekar ya Kongreya Netewî ya Kurd kû bi nûneretiya gelê Kurd ji her car percent Kurdistanê û derveyî welat ji bo rêxistinkirin, amadekarî û pêkanîna yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd hat damezrandin; di cîvina yekemîn a xwe de prensîbên karên xwe destnîşan kir û li ser wê bingehê dest bi kar kir. Rihê xebata kolektîf û hevkarî û helwestek zêdetir ji helwestên hizbî, prensîbên bingehîn û hevbeş ya komîteya amadekar ya Kongreyê bûn, û komîte hewl daye layîqê xebata gelê Kurd a tekoşêr û dîroka wî ya bi rûmet û şehîdên Kurdistanê be. Li ser vê bingehê bê sekinandin xebatên xwe bi rêvebiriye. Weke komîteya amadekar ya Kongreyê, ji bo hemî biryarên kû hatine girtin bilî rêbazên dengdayîn, me hewl daye rêyên dialog û qenatkirin esas bigrin û nûneretiya rastîn a netewa xwe bikin bê kû nêrîn, raman, ol, cih û warê cûda tesîr li biryara me bikin. Hemandemê de, me hewl daye nûneretiya paqiş û durist yê wan aliyana jî bikin kû bi awayekî rasterast li komîteya amadekar de nûnerên wan cîh negirtine. 

Bê gûman, dema kû rewşa gelê Kurd û asta rêxistinbûyina wî li her car percên Kurdistanê û derveyî welat bercav bigrin, dibînin kû amadekariyên vê Kongreya mezin û dîrokî ya kû bi coşekî mezin tê pêşwazîkirin, demeke kurt de li gor tê xwestin û tevlîbûnekî di asta tê hêvî kirin de nebûye; lê belê ji bo netewa Kurd hemî pêkheyên weke jin, zarok, civaka sivîl, ciwan, pîr, keseyetî û aliyên siyasî ê wî Kongreyê bi xwe gerîng e û bingeha niqaş û biryarê ye. 

Ew biryarên kû ji aliyên komîteya amadekar ve hatine girtin ev in:

Kongre di navbera rojên 15, 16 û 17ê Îlona 2013an de bi beşdarbûna (600) emdaman û (300) mêvanan, wata bi gihiştî 900 kesan bi rê ve dice. 

Di dabeşkirina parê (600) endam li ser her car percên Kurdistanê û dervahî welat de, bi bercavgirtina rewşa Kurdistanê; rêjeya 10% ji bo rêxistinên ciwanan, 10% ji bo keseyetiyan, 35% ji bo rêxistinên civaka sîvîl û 45% ji bo partiyên siyasî hatiye destnişan kirin. Rêxistinên jinan li gel rêxistinên civaka sîvîl cîh digrin û biryar hatiye dayîn kû bi rêjeya 40% jin ji her yek ji ciwanan, partiyên siyasî û kesayetiyan jî cîh bigrin.

Dîsa biryar hatiye dayîn kû hemû perceyên Kurdistanê bi bercavkirtina ew rêjeyên kû hatine destnişankirin, endamên xwe destnişan bikin.

Xebatên komîteya amadekar ya Kongreyê di carcoveya 8 komisyonan de tê bi rêvebirin kû ev in:

1. Komisyona Prensîbên hevbeş û stratêjiya careseriya demokratîk a gelê Kurd

2. Komisyona siyasî û dîplomasî

3. Komisyona Civaka Azad û Demokratîk (Komisyona jinan, Komisyona ciwanan, Komisyona zarokan, Komisyona Rêxistinê sîvîl)

4. Komisyona cand, ziman, huner û rewşengerî

5. Komisyona Aborî û Jîngeh

6. Komisyona parastina rewa (bîrandar û kêmendam, girtiyên siyasî)

7. Komisyona Rahgihandin

8. Komisyona Model a Kongrê

Endamên komîteya amedekar tevlî xebata komisyonan bûne û de hemandemê de tevî endamên din komisyon xwedî pêkhateyekî berfirehin û hewl hatiye dayîn niqaşên piralî û dewlemend bi rê ve bicin. Komisyonên heyî heta îro şêweya yekemîn ê projeya xwe bi dawî kirine. Komîteya amadekar ya Kongreyê, van projeyana dinirxîne û ji bo peşkeşkirina Kongreyê şikle dawî pê dide. 

Nûnerê hemî gelên din yên kû bi me re dijîn, baweriyên cewas yên di Kurdistanê de, dostên gelê Kurd û bi taybetî hemû ew dewletên kû têkiliyan wan bi pirsgirêka Kûrd heye, hêzên siyasî yên navdewletî, komkara arabî, encûmena hevkarîya Kendavê, netewyên yekbûyî, dewletên ewrûpî, rêxistinên dêmokratik-siyasî, sazî û dezgehên navdewletî û keseyatiyên navdar, weke mêvan ji bo Kongreyê hatine vexwendin. 

Em bê kêfxweş dibin dîtina ew kesên kû dixwezin bibin şahîdê ew civîna dirokî a gelê Kurd, hemû kes û aliyên kû dixwezin dostanî û hevkariyê gelê Kurd bikin, hemî alîgirên careseriya demokratîk û aşitiyane a pirsgirêka Kurd, hemî alîgirên bi dawîhatina êş û janên gelê Kurd, hemî alîgerên aşiti û yekîtî û biratiya gelê Kurd û aligirên biratiya gelan û hemû kesên kû ji bo van armancan têdikoşin û ked didin. 

Em bi giringî tekez dikin kû ji bo me cîhê rûmetê ye kû li Yekemin Kongreya Neteweyî ya Kurd de herkesî li ba xwe bibînin. Ew weke hewên a aşitiya Rojhilata Navîn û kêmkirina êş û janên gelên herêmê ye. Ji ber kû projeya dîrokî ya demokrasî û azadî tê niqaşkirin kû ew jî rêka yekîtiya azad û demokratîk a Rojhilata Navîn vedike. Carekdin bi rêya we rojnamevanên hêja, vexwendina xwe nû dikin. 

Di dawiyê de dibêjin; tenê daxwazek a netewa Kurd heye, ev jî rizgarbûyîn ji zilm û niheqîyên dîrokî û bidestxistina mafê jiyanekî bi rûmet û nasname û azadiyên xwe ye wek hemî gelên din. Yekîtiya gelê Kurd bi tu awayî diji tu hêz û dewletek nîn e, yekitiya gelê Kurd şer û bihevcûn nîn e, berovajî wî yekîtiya gelê Kurd bibe a firêner û dînamoya careseriya demokratîk û aşîtiyane bi gelên Rojhilata navîn de. 

Silav û rêz

Komiteya Amadekar ya Yekemin Kongreya Neteweyî ya Kurd

20ê Tebaxê 2013 

Back to top button