Polîtîk

Kongreya Îslamî serdana Barzanî kir

   
       
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li profesor Ekmeledîn Îhsanoglu sekreterê giştî yê rêxistina Kongreya Îslamî û şanda li gel kir.

Di hevdîtinê de ku, Kamîl Hacî Elî Wezîrê Ewqaf amade bû her du alî pêşhatên dawî ya rewşa niha ya cîhana îslamî guftûgo kirin.

Sekreterê giştî yê rêxistina Kongreya Îslamî kar û çalakiyên rêxistina li Iraqê xiste rû û ragihand ku hemû hewlên xwe dixine holê ji bo nehiştina duberekî, eşîrî û çespandina jiyanekî bextewer û pêkvejiyana aştiyane ya li navbera sercem pêkhatên cîhana Îslamî de.

Her wiha tekez li pêgeha herêma Kurdistanê ya li cîhana Îslamî kir û behsa rola serok Barzanî jî ya di pêvajoya siyasiya Iraq û serkeftina destpêşxeriyê û berev pêşbirina herêma Kurdistanê ya li ruyê tebahî û pêkvejiyana birayaneya hemû pêkhatên gelê Kurdistanê kir.

Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo rêxistina Kongreya Îslamî derbirî û ragihand ku kongre dikare li pêwendiya di navbera sercem welatên Îslamiyan de rolekî berbiçav bibîne û tekez jî li ser girîngiya pêwendî û alîkariya li navbera herêma Kurdistan û Iraqê li aliyek û Rêxistina Kongreya Îslamî li aliyekî din kir û beşdarîkirina vê Rêxistinê jî li yarmetîdana gelên Iraqê de bi pêwîst zanî.

Her wiha serok Barzanî behsa pêvajoya demokratî û firehhizbiyê li Iraqê kir û ragihand ku tevî kiryarên terorîstî li Îraqê berdewam in jî, lê k belê paşarojekî geş li benda Iraqê ye.

Back to top button