Nivîsar

Kongreya Erzurum û Sêwazê bi watinîyên Aqilmendan têt nû kirin

Wek tê zanîn di dîrokê de Atatürk, li du şarên Kurdistanê li Hezerom (Erzurum) û Sêwazê (Sivas) kongreyek lidarxistibû, da ko bi hevalbendîya axa û begên Kurdistanê Komara Tirkî damezirînin.

Dîsan wek tê zanîn peymana Lozanê parçekirina xakî Kurdistanê bû. Peymana Lozanê li avahîya zanîngeha Lozanê ji bilî Amerîka, bi giştî ji teref dewletên Ewrûpî ve hate îmzekirin.

Ji wê deme û pê ve, sebaret bi ne imzekirina Amerika ya Peymana Lozanê, çepgir û kemalîstên Tirk, li dijî Amerîka dijminantîyek mezin ajotin an meşandin. Mixabin Çepgirên Tirk bi vê politika xwe ya ko lidjî Amerika û bi dirûşmeya antîamerîka, Kurd jî kirn hevalbendên xwe.

Lê dem derbas bû, êdî mîlletê Kurd bi van planên qirêj hesîya bû. Hişyarbûna Kurda ji rayedarên Tirka re bûbû endişe û ev hişyarbûyîn bingehê peymana Lozanê dihejand. Loma pêdivî bi muhkemkirina Lozana duyemîn hate dîtin. Peywira komisyona Aqilmendan ev e.

Îro jî bi rêça aqîlmendan kongerya ko ji boy tixûbê mîsaqî millî bête parastin bi nameya Ocalanî têt birêvebirin.

Aqilmend: “Em ê tenê daxwazên gel bikin rapor”

Ev tê wateya ko çarenûsa Kurda û mafên Kurda yên xwezayî, bi destê PKK/BDP’ê, dikeve mijara referandûma mîrovên aqilmend û sîyaseta Tirka. Û çarenûsa Kurda radestî qaşo aqilmendên çareserîyê dibe.

Mafên xwezayî, ti caran nakeve mijara referandûmê. Ji ber ko mafên xwezayî, hebûna mîlletekî ye.

Ev angaşta min e, yanî îddîa dikim; mebest bi referandûma aqilmendan, têkbirina doza Kurd û Kurdistanê ye. Ji xwe di lêpirsînên aqilmenda de, yek mîroveki Kurd, ji tirsa re nikarin bersîvek wiha bidin ko bibêjin; “Em Kurdistaneke Azad û Serbexoyî Dixwazin.”

Esas xwestina doza Kurdistaneke azad û serbekoyî divêt wezîfeya PKK/BDP’ê bûya. Lê mixabin peywirên xwe yên nûnerîtîya (temsîlîyeta) netewî Kurdî bi cîh neanîn û xiste hûstîyê mîlletê Kurd.

Lewra PKK/BDP jî, li gor vê plana entegrasyon û mûhkemkirina peymana Lozanê, gelê Kurdistana Bakur motîve kiribû.

Piştî vê referandûma hanê PKK/BDP û Dewleta Tirkî dê ji raya giştî re vê daxuyanîyê bidin.

PKK/BDP dê wiha bibêjin: “Em girêdayîyên deng û îradeya gelê xwe ne.” (Hingî mîlletê Kurd, li gor pergala kemalîzmê motive kirine, ji ber gelê Kurd piştrastin ko mîletê Kurd bibêjin “em li gel yekîtîya Tirkî ne.”)

Dewleta Tirkî jî dê wiha bibêje: “Me li nav mîlletê Kurd referandum pêk anî, kesî doza Kurdistaneke azad û serbexoyî nekir.”

Herkes dizane ko Kurdistana Bakur di bin dagirkerîya hêzên dewleta Tirkî de ye. Îcar dê çawa milletê Kurd bi awayekî azad biyara xwe bide.

Ti dîrokan ne nivîsandîye ko çarenûsa mîlletekî bindest, ji teref dagirkeran ve û di bin guşar û hêzên dagirkerîyê de mafê wî yê rewa hatibe dayîn.

Mehmet Emin Özbilen


(Nasname.com)

Back to top button