Polîtîk

Kongreya 24 e mîn ya federasyonê çêbû

Di 15 û 16ê Gulana 2010ê de li Stockholmê, Kongreya 24 e min ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê hat lidarxistin. Di kongreyê de 139 nûner beşdar bûn. Kongre bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpêkir.

Seroka Federasyonê Şermîn Bozarslan li ser navê Komîteya Giştî xêrhatina nûnerên kongre û mêvanan kir. Di nav mêvanan de nûnerên partiyên kurd û swêdî, şandeyek ji Yekitiya Jinên Kurdistanê û serokê kîtêbxaneya kurdî hebûn.
Piştî axaftina seroka Federasyonê, nûnerê Komîteya Hevkarî, Hêzên Kurd û Kurdistanî Şefik Kaya gotara komîteya Hevkarî pêşkêş kir, piştgiriya Komîteya Hevkarî bo Federasyonê diyar kir. Du re li ser navê partiya Moderatan parlamenter, Anti Avsan, li ser navê partiya çep kandita parlamentoyê Hediye Guzel, li ser navê Partiya Gel kanditî parlamentoyê Ismail Kamil, li ser navê Partiya Sosyal Demokratan jî kandîta parlemento Azadeh Rojhan axifîn, diyar kirin ku pêwist e, gelê kurd mafên xwe yên bingehîn bidestbixe. Li Swêdê jibo kar bibînin, di civatê de beşdarî bikin, îmkan bêne çêkirin. Serokê kitêbxaneya kurdî Newzat Hirori û seroka Yekitiya Jinên Kurdistanê Seyran Duran axifîn, ji kongreyê re serkeftin xwestin.

Rapora xebatê ji aliyê sekretera FKKS Pirshang Twana ve hat pêşkeş kirin. Herweha berpirsê aborî Selam Ciziri rapora aborî pêşkêş kir. Ji Komîteya Rawej Hafzallah Nerweyî, rapporta Komîteya Çavder xwend.Piştî niqaş li ser rapora xebatê û rapora aborî her du rapor û xebatê komiteya karger û giştî yê du salan hat pesinandin.

Kongreya 24 e min girîngiya xebat bo qebûlkirina komkûjiya enfal wek komkûjî û bo 16 adarê bibe rojek navnetewî li hember bikaranîna çekên kimyevî diyar kir. Kongreya 24 e min dardakirina kurdan ji aliyê Rejima Islamî ya Îranê mehkûm kir, diyar kir ku divê ev yek bê rawestandin û Rejima Îslamî divê rêz li mafê mirovî nîşan bide. Kongre her weha tunebûna mafê hevwelatiyê bo zêdetirîn 200.000 kurdên Surîye şermezar kir, diyar kir ku, divê Hikûmeta Swêd, Yekitiya Ewrûpa û Koma Netewan ji bo nemana van kiryaran û bo mafên kurdan yê bingehîn helwest nîşan bidin.
Kongre diyar kir ku , ziman mafekî mirovî ye û divê li bakûrê welatê me zimanê kurdî bibe zimanekî fermî û perwerdeyî. Li Swêdê jî girîng e ku xwendina zimanê zikmakî bibe beşek ji sistema perwerdeyî, bibe zimanê bijarte û li zaningehan jî beşa kurdî hebe.

Kongre, biryar girt ku, Komîteya Giştî bo agahdarî li ser enfal û bo qebûlkirina enfal wek Komkûjî , herweha ji bo kampanya li ser ziman û xebat bo mafê zimanê zikmakî ji kesên pispor û eleqedar komîte ava bike.

Herweha Kongreya 24- min diyar kir ku bikaranîna şiddet di nav civatê de û malê de mehkûm dike, ji bo rêlibergirina şiddetê karên perwerdeyî girîng dibîne.

Di beşa hejmara nûnerên komeleyên endam de ku li kongreyên Federasyonê beşdarî dikin, di destûrê de guhertin hat çêkirin.

Nûnerên kongreyê, di derbarê plana xebatê de çendin pêşniyar pêşkêşkirin. Van pêşniyaran bo Komîteya Giştî hat hewale kirin.

Peşniyara Komîteya Rawêj ji aliyê Ata Baneyî hat pêşkêş kirin. Dû re Komiteya Karger, Komiteya Giştî, Komîteya Çavder û Komîteya Rawêj hatin hilbijartin

Back to top button