Cîhan

Kongressa Amerîkî mercê yekperçeyîya Iraqê ji bo hevkarîkirina Pêşmerge radike

 Di projeya budceya sala 2018an de, Kongressa Amerîka birê 365 milyon Dolar ji bo hevkariya leşkerî ji hêza Pêşmergeyên Kurdistanê re diyar kiriye û ew mercê salên berê yê ji bo dana hevkariyê danabû (Di çarçova yekperçeyîya Iraqê de hevkariya Pêşmerge bê kirin) di projeyasaya îsal de rakir û bê merc hevkarî diyar kiriye.Rojnameya “AL-Monitor” di raportekê de behsa wê gava Kongressa Amerîkî ya hevkarîkirina Pêşmerge kiriye û bi guhartineke girîng di helwesta Kongressê de binav kiriye.Ew kongressmanê raport amade kiriye, nîgeraniya xwe ji şerê mîlîşyayên Şîe û hêza Pêşmergeyên Kurdistanê nîşan daye.Berê, çendîn Kongressmanên Amerîkî bi aşkere helwestên xwe li ser êrîşa mîlîşyayên Şîe li ser Kurdistanê derbirîn û ji bilî şermezarkirina wan êrîşan, beşek ji Kongressmanan piştevaniya ji serxwebûna Kurdistanê re ragihandibûn.Di wê çarçovê de, Sînatorê bi navûdeng ê Amerîkî û Serokê Komîteya Xizmetguzariyên Leşkerî John McCain di rojnameya New York Times de nivîsandibû û daxwaz kiribû hikûmeta Iraqê maf, azadî û aramiya Kurdistanê li ber çav bigire û mafên Kurdistanê desteber bike.Herwiha John McCain amaje bi wê jî dabû, heger Amerîka neçar be di navbera Kurd û Şîeyên Iraqê de yekê hilbijêre, pêwîst e Kurdan hilbijêre.Herwiha di raporta Kongressa Amerîkî de daxwaz ji rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump kiriye, pêdeçûnê di stratejiya Amerîka li Iraq û Sûriyê de bike. 

Back to top button