Nivîsar

Kongra partîyan ne ya netewî

KONGRA  PARTÎYAN NE YA NETEWÎ

Dê di demeke nêzîkde Kongreya Netewî ya Kurd were sazkirin. Ev gavake dîrokî û girînge ji bo Kurdistanî yan. Hemu gelê Kurdistanê bi vê gava dîrokî dilşxweş û bextewere. Çend roj berê di ragehandina Kurdî’de nûçeyek belav bu ke rewşa Kurdan û ya Kongrê aşkira dikir û dilê her Kurdekî netewperwer êşand. Nuçeyan dinîvîsî ku Kurdan li hevkirin ku li Kongra Netewî Ala Kurdistan were bilind kirin û siruda netewîya Kurd were xwendin. Ev biryar ku ji alîyê Kongrê vê hatîye dayin, diyar dike ku hîn beşek ji alîyên Kurdan yan jî partîyên Kurdan dikarin al û surudame kuftugo bikin. Ev biryareke diltezîne. Em bi vê biryarê bextewer nebun, em xemgînbûn. Tu weku netew bi salan şehit û qurbanî bide û mala xwe û pêşeroja xwe feda bike bila wan kesên ku nuneratîya te dike; herê nîşanêteyên netewî bixin jêr gumanê û nîqaşê li ser bikin.Ev şermeke mezine ji bo Kongreya netewîya Kurd.

Ta niha Kurdan li Kongra netewî li ser mafê çarenivîsa Kurd li hev nekirine. Piştî me zanî ku ev kongre sembolên netewî nîqaşdikin, êdî em baş dizanin ku nikarin li ser çarenivîsa Kurdan çi biryarekê bidin.

Ke ev Kongre nikare li ser çarenivîsa Kurdan tu biryarê bide, vêga yek wateya wê heye ku Kurdên çarperçeyên Kurdistan ewe ji xwere li otênlan werin ba hev û bixwin û vexwin yani tu cudahîya wê ji xeynî navê we, ji civînin berê hatine kirin tuneye.

Berî çend roja PKK êrişkir ser PWD û em kongra netewî çêdikin ku PKK yek ji wa sê alîyên serekî yê vê kongrêye.  Ji malêre, Kongre dibêje  emê peyama aşîtîyê bidin xelkê çîran( hun dewletê dagirker bixwînin). Başê hêj Kurdan di navxwede aşîtî çênekirye, ez dibêjim berî ku em peyama aşîtîyê bidin dagirkerên xwe em li hevdubikin û êrîşî hevdu mekin. Ragehandina PKK ev deme direje ya rastî bê rawestandin êrîşî BERZANΠ dike.  Berdewam Hikumeta herêma Kurdistan ê wek rêkxistineke di  xizmeta dijminen Kurdan de nîşan dide.

Başe îro em bas li vê dikin ku Kurd li her perçeye kî bi rêyên demokratîk û aştyane kar bikin başê û pkk îro bi Tirkare  pêvajoye kê bi rêve dibe û dawa dike ku ragehandina dewletê dev ji hendek nava bedre ku li wan û serokê wan têkirin başe çima PKK dev jê bernade û her êrîşî Berzanî dike.

Min serada Kongre kir û hendek guh li kulîsê kongrê kir. Yek tiş heye  hêzên siyasî hewl didin wa kursîyên ji bo kes û rêxistinên serbixwe hatine veqetandin bidin wan kesan ku nêzî wane.

Di vê kongrê de ya herî balkêş KESK beşdarî Kongrê dibe. Kesk nuneratîya kê dike. Parçeyekê ji rêxiraweke tirka, çi karê wê heye  di vê kongrê de. Mebest diyare bes kursîyan zêdebike û wan biryare bistîne ku di perjewendiyê  partîya wandeye.

Ev Kesk bes nimuneyeke eger em temaşeyê wêneye giştî yê vê kongrê bikin em dibînin ku mebest ne ewe li ser berjewendîyên netewî biryar werin sitendin. Mebest ewe ku biryarên li gor berjewendîyên partîye kê derkeve.

Şoreş Serbest

[email protected]

(Nasname)

Back to top button