Polîtîk

Konferensa Qazî Mihemed li Amedê

JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ RE

Di 01.10.2011an roja şemiyê de li ser şehîdê nemir, serokê Komara Mehabadê Pêşawa Qazî Mihemed, Konferanseke navneteweyî tê lidarxistin.

 Konferansa ku dê li bajarê Amedê û bi beşdariyeke berfireh bête çêkirin; pêdivî bi sazî, rêxistin, komele û kesayetên ku bikaribin piştgiriyê bidin vê hewldanê heye.

Kesên ku ji çi hêlê ve dibe bila bibe, bikaribin tevkarî an jî piştgiriyê bidine vê xebatê ji kerema xwe bila bi lijneya amadekar re bikevin têkiliyê.
Hêviya me ew e ku kesayetên serdest û pisporên vê mijarê û sazî, rêxistin û dezgehên ku ji hêla belge û dokumantasyonê ve bikaribin derfetekî li pêş nasîn, nasandin û zanîna têkoşîna Pêşewayê mezin vekin, dest bavêjin vê xebatê û ji bo baştir û sûdewertir derbas bibe piştgiriyê bidinê.

Ji bo Konferansa Pêşawa bi awayekî xweş û geş derbas bibe, keda wî û hevalên wî yên têkoşînê xweştir bête zanîn û bername bi serkeftî encam bide, em gazî kesên elaqedar dikin ku destê xwe bidin destên me.

Tevkarî, hevkarî û desteka di vê Konferansê de ji bo me lijneya amadeker, gelekî girîng e.

Em li benda ehlên vî karî ne ku destê xwe dirêj bikin…

GRUBA DIYALOGÊ DİCLE FIRAT

[email protected]
[email protected]

0530 695 35 50

Back to top button